Lavrov diçe Enqereyê; dosyaya Idlibê li ser maseyê ye

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro diçe Enqereyê da ku bi hevpîşeyê xwe yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglu re bicive û mijarên Sûriyeyê û taybet rewşa Idlibê û çeteyên Tirkiyeyê li Idlibê gotûbêj bike. Her wiha dê gelek mijarên din ên Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.

Lavrov diçe Enqereyê; dosyaya Idlibê li ser maseyê ye
13 tebax, 2018   09:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro serdana Enqereyê dike û dê du rojan li Enqereyê bimîne û dê bi hevpîşeyê xwe yê Tirkiyeyê re hevkariya her du aliyan der barê aloziya Sûriyeyê de gotûbêj bikin. Nemaze hevpeymanên di navbera her du aliyan de li ser hesabê gelê Sûriyeyê.

Lavrov her wiha dê beşdarî civîna sefîran û nûnerên Tirkiyeyê yên hemdem di rêxistinên navneteweyî de bibe.

Berdevkê Fermî yê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova beriya niha ragihand ku Lavrov di 13 û 14'ê vê Tebaxê de serdana Enqereyê bike û piştrast kir ku serdan li ser daxwaza hevpîşeyê wî yê Tirkiyeyê ye.

Her wiha destnîşan kir ku her du wezîr dê rewşa li Sûriye, Rojhilata Navîn, Qafqasya, Asyaya Navîn, Ukrayna û herêma Derya Reş gotûbêj bikin.

Serdana Lavrov a li Tirkiyeyê di heman dema belavbûna hêzên rêjîma Sûriyeyê li nêzî parêzgeha Idlibê pêk tê û guman e ku êrîşeke leşkerî li dijî komên çete ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin, bike.

Tirkiye di van demên dawîn de jî hewl dide komên çete komî ser hev bike da ku rê li pêşiya êrîşa rêjîmê bigire û dagirkeriya xwe li vê herêma Sûriyeyê mîsoger bike.

Hin çavkaniyan beriya niha ragihand ku Rûsya heta destpêka meha Îlonê wext daya Tirkiyeyê da ku rewşa Idlibê çareser bike, ku ji sedî 60 di bin serweriya Cebhet El-Nusra de ye.

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve Tirkiye alîkariya komên çekdar û çete di bin navên cuda de dike. Alîkariya Tirkiyeyê taybet bi Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ'ê re bû da ku çavbirçîbûna xwe di Sûriyeyê de pêk bîne û serdema dagirkeriya osmaniyan li herêmê vegerîne.

Ajansa Spûtnîk a Rûsayayê jî ragihand ku Tirkiye di destpêka meha Tebaxê de 8 kamyonên ku bi madeya kilor dagirtî bûn şandin Idlibê û xistin bin serweriya çeteyên Cebhet El-Nusra û çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanî ya Çînî ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin.