Xebatên Navenda Trafîkê ya taxa Şêxmeqsûd

Navenda Trafîkê ya Taxa Şêxmeqsûd li bajarê Helebê roleke pêşeng di birêxistinkirin û kontrolkirina kêmkirina qezayên trafîkê û qedexekirina ajotina cahilan (ecemî) de dilîze. Her wiha rêveberî kar û barên wesayîtên veguhestinê dike û ji bo rêgirtina li ber keysbaziya buhayan tedbîran digire. Ji bo berjewendiya şênî û ajokaran navend gelek projeyan plan dike.

Xebatên Navenda Trafîkê ya taxa Şêxmeqsûd
Xebatên Navenda Trafîkê ya taxa Şêxmeqsûd
Xebatên Navenda Trafîkê ya taxa Şêxmeqsûd
Xebatên Navenda Trafîkê ya taxa Şêxmeqsûd
Xebatên Navenda Trafîkê ya taxa Şêxmeqsûd
Xebatên Navenda Trafîkê ya taxa Şêxmeqsûd
Xebatên Navenda Trafîkê ya taxa Şêxmeqsûd
Xebatên Navenda Trafîkê ya taxa Şêxmeqsûd
13 tebax, 2018   09:37

ARŞÎN NECAR - ROZANA DADO / HELEB

Navenda Trafîkê ya taxa Şêxmeqûsd li bajarê Helebê di 15'ê Îlona vê salê hat aktîfkirin. Ji çend beşan dîwan, malî, ragihandin, arşîv, lêpirsîn û ji rêveberî pêk tê. Rêveberiya navendê ji 3 rêveberan û 27 endaman, di nav de 3 endamên jin, pêk tê.

Karê navendê li ser 2 dewriyeyan dabeş dibe. Her dewriyeyek ji 7 endaman pêk tê.

Dewriyeya yekem ji saet 8:00’ê sibê heta 3:00 piştî nîvro ye. Dewriyeya duyem ji 3:00’yê piştî nîvro heta 8:00’ê êvarê ye. Hemû endamên dewriyeyan li 2 noqteyan belav dibin, beşa xerbî (rojavayê taxê) û beşa rojhilat û bi taybet di nav sûk û deverên qerebalix de.

Dewriyeya êvarê jî ji 4 endaman pêk tê û li piraniya tax û kolanên taxê digerin.

Ruxsetên ajokaran dide û belavokên giştî li boneyan derdixe

Navenda Trafîkê li taxê dema boneyên giştî wekî meş, şahî, merasîmên şehîdan û her wiha cejnan jî Trafîkê bi rêxistin dike.

Ji bo bicihanîna aramî û ewlehiya taxê û rê li ber qezayan bigire derbasbûna wesayîtên mezin ji sûkan re bi rêya belavokên giştî qedexe dike.

Navend ji bo kontrolkirina motorên ku hatine dizîn û hesab ji kesên ku dizî kirine bixwaze, ruxsetên ajotina motoran ji ajokaran re dide.

Dema ku qezayek rû bide, yekser tîma trafîkê diçe cihê bûyerê û bi hevkariya aliyên têkildar girtekên pêwîst digirin.

Li gel xebatên Navenda Trafîkê, endam tev li dewreyên perwerdeyên heftane dibin. Endam li ser qanûna trafîkê, erkên ajokaran û her wiha waneyên mîkanîkî jî dibin.

Her wiha ji bo rê li ber keysbaziya hin ajokaran bê girtin, navend, nirxa serwîsê bi 50 lîreyên Sûriyeyê ji her mirovekî re eyar kir û her wiha nirxa erebeyên teksî ji noqteya herî dûr bi 300 û noqteya herî nêz bi 100 lîreyên Sûriyeyê destnîşan kiriye.

Endamê rêveber ê Navenda Trafîka Helebê Cîhad Xane di hevpeyvînek bi ajansa me re girîngiya xebatên endamên trafîkê ji bo kontrolkirina trafîkê û parastina ewlehiya taxê destnîşan kir.

Her wiha diyar kir ku endamên trafîkê bi şev û roj bi erkên xwe radibin û hemû endamên wan perwerde dîtiye.

Ji ber berfirehkirina taxê û vegera gelek şêniyan, Rêveberiya Trafîkê û li ser daxwaza şêniyan, tê payîn ku dibistaneke ajotinê veke û asayîşa hawarê û deriyan ji bo kontrolkirina deriyên taxê dê aktîf bike.

(şx)

ANHA