Li Efrînê qirkirina xwezayê

Komkujiyên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê xweza û mirovên Efrînê de didome. Artêşa dagirker û çeteyên wê  vê carê agir bi darên taxa El-Mehmûdiyê xistin.

Li Efrînê qirkirina xwezayê
12 tebax, 2018   12:22

EFRÎN

Çavkaniyekî ji ajansa me re ragihand ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi sedan darên li taxa El-Mehmûdiyê ya pişt firneya El-Zira ya Efrînê xist.

Heman çavkanî, tekez kir ku heta niha agir bi daran dikeve û gelek dar hatine şewitandin.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê heta niha bi hezaran darên Efrînê tevî darên zeytûnan şewitandine.

(kc)

ANHA