Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê pêşangeheke şêwekariyê organîze dike

Komîteya Çand û Hunerê ya Minbic û Gundewarê Wê bi boneya duyemîn salvegera rizgarkirina Minbicê pêşangeheke şêwekariyê di bin navê "Ronahiyeke ji Minbicê" de organîze dike. Di pêşangehê de dê şanoyeke bi navê "Vegera li welat" were pêşandan. Pêşangeh dê 3 rojan dom bike.

Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê pêşangeheke şêwekariyê organîze dike
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê pêşangeheke şêwekariyê organîze dike
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê pêşangeheke şêwekariyê organîze dike
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê pêşangeheke şêwekariyê organîze dike
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê pêşangeheke şêwekariyê organîze dike
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê pêşangeheke şêwekariyê organîze dike
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê pêşangeheke şêwekariyê organîze dike
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê pêşangeheke şêwekariyê organîze dike
12 tebax, 2018   11:42

MINBIC

Bi boneya duyemîn salvegera rizgarkirina herêma Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ'ê Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê û Gundewarê Wê li şanogeha Minbicê ya li ser rêya Helebê pêşangeheke şêwekariyê li dar dixe. Di pêşangehê de gelek hunermend û şêwekarên Minbicê beşdar bûne. Di pêşangehê de her wiha dîmenên stranên kevnar û folklorîk ên herêmê û helbest û şanoyek hatin pêşandan.

Di merasîma vekirina pêşangehê de hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfe Xelo Mihemed El-Şêxo û bi dehan endamên saziyên sivîl ên bajêr beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Mihemed Qebertay axivî û spasiya beşdarên pêşangehê kir û got ku ev gaveke destpêkê ber bi vejandina çanda bajarê Minbicê ve ye.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfe Xelo axivî û kêfxweşiya xwe ji vekirina vê pêşangehê anî ziman û got ku ev gaveke ber bi diyarkirina taybetmendiya dewlemend a çanda herêmê ye û wiha anî ziman: "Ev pêşangeh dê aştiyê vebêje û diyar bike ku çand û huner dikare hezkirinê belav bike û beşdarî xebatên avakirina paşerojê bibe."

Piştî merasîmê dîmeneke stranên folklorîk ên herêmê hate pêşandan û piştre helbesteke der barê efsaneya Gilgamiş ji aliyê helbestvan Hesen El-Ebdullah ve hate gotin. Piştre şanoyeke bi navê "Vegera li welat" hate pêşandan. Di naveroka şanoyê de bang li hemû welatiyên herêmê tê kirin da ku vegerin welatê xwe û beşdarî vejandin û jinûveavakirinê bibin.

Di dawiyê de berpirsyar û welatî di nava tabloyên pêşangehê re geriyan. Tabloyên şêwekariyê yên 8 şêwekarên bajarê Minbicê bûn û tê de rastiya herêmê vedibêjin.

ANHA