Dergehên Keleha Medîq û Morik hatin girtin

Di dema ku behsa çalakiyeke leşkerî li gundewarên Hemayê tê kirin de, rêjîma Sûriyeyê û asayîşa Rûsyayê her du dergehên Keleha Medîq û Morik ên gundewarên Hemayê girtin.

Dergehên Keleha Medîq û Morik hatin girtin
12 tebax, 2018   11:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Hin çalakvanan li ser malperên civakî ragihand ku hêzên rêjîmê û asayîşa Rûsyayê ji nişka ve bi bermîlan her du dergehên Keleha Medîq û Morik li pêşiya tevgera bazirganî û sivîlan girt.

Navbênkarê hevpeymana Helebê yê aliyê rêjîma Sûriyeyê Umer Rehmûn li ser rûpela xwe ya Twitterê ragihand ku deriyê Keleha Medîq li pêşiya tevgera welatiyan ber bi parêzgeha Idlibê û gundewarên bakurê Hemayê û gundewarên rojavayê Helebê û bakurê wê ve girtî ye. Her wiha diyar kir ku girtina derî ji ber çalakiyên leşkerî yên li bakur e û dê heta demeke nediyar girtî bimîne.

Girtina her du dergehan di heman dema belavbûna zêde ya hêzên rêjîmê li gundewarên bakurê Hemayê de pêk tê.

ANHA