Sersaxî ji malbata şehîd Can Amûdê re hate xwestin

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Yûsif (Can Amûdê) re xwest ku dema erka xwe ya leşkerî li bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê pêk dianî, şehîd bû.

Sersaxî ji malbata şehîd Can Amûdê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Can Amûdê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Can Amûdê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Can Amûdê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Can Amûdê re hate xwestin
12 tebax, 2018   10:47

QAMIŞLO

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Can Amûdê li navenda navçeyê hate vedan. Konê sersaxiyê bi wêne şehîdan û alên YPJ û YPG`ê hate xemilandin.

Şêniyên navçeyê, endamên meclis, saziyên sivîl, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, şervanên YPJ/YPG`ê û hêzên Asayîşê berê xwe da konê sersaxiyê.

Di merasîma sersaxiyê de ji aliyê endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Mezher Şêxo û endama Kongreya Star Şehnaz Mihemed ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate destnîşankirin ku şehîd ji bo azadî, rizgarkirina xaka welatê xwe û parastina deskeftiyên gelê Rojava – Bakurê Sûriyeyê canê xwe feda dikin.

Tê payîn ku merasîma sersaxiyê heta saetên êvarê bidome.

(bx)                           

ANHA