Hêzên Asayîşê piştgirî dan çalakiyên ciwanan

Hêzên Ewlekariya Hindirîn "Asayîş" piştigirî dane çalakiyên ciwanan ên li deriyê Sêmalkayê.

Hêzên Asayîşê piştgirî dan çalakiyên ciwanan
Hêzên Asayîşê piştgirî dan çalakiyên ciwanan
Hêzên Asayîşê piştgirî dan çalakiyên ciwanan
Hêzên Asayîşê piştgirî dan çalakiyên ciwanan
Hêzên Asayîşê piştgirî dan çalakiyên ciwanan
Hêzên Asayîşê piştgirî dan çalakiyên ciwanan
11 tebax, 2018   17:25

QAMIŞLO

Çalakiyên ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên bi armanca şermzarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û piştgiriya çalakiyên mertala zindî yên ciwanên Başûrê Kurdistanê li deriyê Sêmalakiyê di roja 19‘an de didome.

Bi dehan endanên Hêzên Asayîşa Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê û Koçerat beşdarî çalakiya îro bûn.

Di bin konê çalakiyê de, Rêveberiya Asayîşa Koçerast Îlham Abdullah rola ciwanan di pêşengtiya civakê û şoreşan de destnîşan kir û bi navê Asayîşa Jin soza parastina çalakî û piştgiriya ciwanan dan.

Îlham got, "Ocalan dibêje şoreş bi ciwanan dest pê kir û bi wê ciwanan bi serkeve. Şoreşa me jî wê uqubeta wê serkeftin be bi saya ked û xwîna şehîndan."

Rêveberê Hêzên Asayîşa Rojava Delîl Hesam jî di çalakiyê de axivî û piştgiriya xwe bi çalakiyên ciwanan anî ziman û soza da ku ew ê destekê bibin ciwanan ta armancên xwe bighînin serî.

Rêveberê Hêzên Trafîka Deriyê Sêmalkayê Ehemd Hemîd jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyên ciwanên Qendîlê yên li hemberî dagirkeriya Tirkiyê.

Tê payîn ku dê bi şevê jî senevîzyoneke li ser pêngava "Serî Hilde" were nîşandan.

Vê sibehê jî bi dehan endamên meclisa navçeya Dêrikê û Şaredariya Gel tev li çalakiyê bûn.

ANHA