Li Kobanê civînên nirxandina geşedanên dawî didomin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk a Kantona Kobanê geşedanên siyasî yên li ser asta Sûriyeyê ji şêniyên gundê Ceidê re yê dikeve rojhilatê beravên çemê Firatê şîrove kir.

Li Kobanê civînên nirxandina geşedanên dawî didomin
11 tebax, 2018   18:59

KOBANÊ

Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star ya Herêma Firatê Peyman Aydin, Hevserokê Desteya Enerjiyê Nesrîn Kenan û bi sedan şênî beşdarî civînê bûn.

Endamên HPC'ê parastina ewlehiya civînê kirin.

Di civînê de endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Peyman Aydin axivî û pêşdeçûnên dawîn li ser asta Sûriyeyê û bi taybet civîna dawî di navbera şandeya MSD'ê û Rêjîma Sûriyeyê de li peytaxa Sûriyeyê Şamê ji beşdaran re şîrove kir.

Peyman Aydin bal kişand ser girîngiya vê pêngavê bikaranîna siyasetê bi awayekî baş û derxistina aliyên derve yên xakên Sûriyeyê dagirkirine kir.

Civîn bi nîqaş û bersîvdayîna pirsên beşdaran bi dawî bû.

(şx)

ANHA