Li Bruksel û Romayê ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên li Ewrûpayê didomin. Li Brukselê û li Romayê îro çalakî hatin lidarxistin.

Li Bruksel û Romayê ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin
11 tebax, 2018   17:03

NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.

Çalakî saet di 14.00’an de li Qada Gare Centralê hate lidarxistin û pankarta ‘Azadî ji Ocalan re’ hate daliqandin. Di çalakiyê de posterên Ocalan hatin hildan û sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Erdoganê terorîst’ hate berzkirin.

Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye çalakiyên standê didomin. Ji xeynî Kurdistaniyan gelên Îtalyayê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyan de axaftin hate kirin û bal hate kişandin ser tendirustî û ewlehiya Ocalan. Hate diyarkirin ku ji bo aştî were Tirkiye û Kurdistanê divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.