Tebqa.. gavek ber bi xurtkirina perala parastinê ve

Li herêma Tebqayê di çarçoveya xurtkirina pergala parastinê de, yekemîn dewreya hevbeş a tîmên destwerdana lezgîn û awarte û Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Jin bi merasîmekê bi dawî kir.

Tebqa.. gavek ber bi xurtkirina perala parastinê ve
Tebqa.. gavek ber bi xurtkirina perala parastinê ve
Tebqa.. gavek ber bi xurtkirina perala parastinê ve
Tebqa.. gavek ber bi xurtkirina perala parastinê ve
Tebqa.. gavek ber bi xurtkirina perala parastinê ve
Tebqa.. gavek ber bi xurtkirina perala parastinê ve
11 tebax, 2018   15:46

TEBQA

Akademiya Şehîd Elî Milhim a Hêzên Ewlekariya Hindirîn a bajaroka El-Mensûra ya rojhilatê bajarê Tebqayê yekemîn dewreya hevbeş a tîmên destwerdana lezgîn û rewşên awarte û Hêzên Ewlekariya Hindirîn ku beriya du mehan dabû destpêkirin, bi dawî kir.

Di dewreya perwerdeyê de ku bi navê "Şehîd Sumeya û Şehîd Hesen Mûsayê" hatibû vekirin 45 endamên Tîma Destwerdana Lezgîn û Awarte û 15 endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên jin tev lê bibûn.

Merasîm di deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê jî Hevserokê Komîteya Hindirîn a Rêveberiya Sivîl a Demorkartîl a Reqayê Mehmûd Mustefa Axivî û bidawîbûna dewreyê pîroz kir û girîngiya dersan di xurtkirina parastinê de destnîşan kir.

Rêveberê Tîma Destwerdana Lezgîn û Awarte ya Bakurê Sûriyieyê Eyûb Sadûn jî spasiya kesên li ser dewreyê sekinîne û got, "Gotin nikare pesnê wê bîne ziman, hûnin parsatvanên ewlekariya welat ji xeteriyan û hûnin ên ku dê herêmê biparêzin."

Endamên tevlî perwerdeyê bibûn sonda bichanîna karên xwe xwarin.

(bb)

ANHA