Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreyeke din bidawî kir

Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreyeke perwerdeyê ya bi navê "Şehîd Mihemed Îbrahîm" bidawî kir.

Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreyeke din bidawî kir
Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreyeke din bidawî kir
Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreyeke din bidawî kir
Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreyeke din bidawî kir
11 tebax, 2018   10:27

MINBIC

Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dewreyeke perwrdeyê bi tevlîbûna 190 ciwanên ku tev li meclîsê bûne, bidawî kir.

Di dewreyê de waneyên birdozî û leşkerî hatin dayîn. dewrya perwrdeyê 15 rojan dewam kir.

Merasîma bidawîkirina dewreya li akademiyê hate lidarxistin. Meraîm bi tûreneke leşkerî ji aliyê şervanan ve dest pê kir. Paşê Cîgirê Fermandarê Meclisa Minbicê Ebû Elî Necim axivî û bidawîkirina dewreyê li hemû şervanan pîroz kir. Ebû Elî di berdewamiya axaftina xwe de got di van rojan de hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê di rojên xwe yên dawî de bû, hemle ji Bendava Tişrînê destpê kir û wiha pêde çû,"Ev herêm niha ji aliyê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve bûne nuqteyên ji nûve avakirin û rêxistinê."

Di dawiyê de şervanan soz dan. Merasîma bidawîkirina dewreya perwrdeyê bi xelekên dîlanan bidawî bû.

(bx)

ANHA