Polîsên Trafîkê xalên xwe li Dêrazorê diyar dikin

Polîsên Trafîkê li navçeya El-Kisra û gundê El-Sehwê xalên xwe ji bo çavdêrî û birêxistinkirina hatûçûnê diyar kirin.

Polîsên Trafîkê xalên xwe li Dêrazorê diyar dikin
Polîsên Trafîkê xalên xwe li Dêrazorê diyar dikin
Polîsên Trafîkê xalên xwe li Dêrazorê diyar dikin
11 tebax, 2018   10:17

DÊRAZORÊ

Bi armanca birêxstinkirina hatûçûnê li gundewarê Dêrazorê û pêkanîna pîvanên ajokariyê, Polîsên Trafîkê xalên xwe li gelek deverên gundewarê Dêrazorê diyar kirin.

Di navenda Polîsên Trafîkê de 15 endam dewam dikin û li 4 xalên navçeya El-Kisra û gundê El-Sehwê belav dibin. Evan endam ji saet 08:00 heta 18:00 dewam dikin.

Endamên polîsên trafîkê belgeyên ajokaran kontrol dikin û rê li pêşiya derqanûniyan digirin û hewl didin pîvanên tarfîkê pêk bînin.

Girêdayî mijarê Endamê Rêveberiya Navenda Polîsên Trafîkê Hemîd El-Elî wiha got: "Em hewl didin xebatên hatûçûnê li giştî gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk bînin û rê li pêşiya qezayên trafîkê bigirin."

ANHA