Financial Times: Di hilewşandina aboriya welat de tenê Erdogan berpirsyar e

Rojnameya Financial Times berpirsyariya hilweşîna aboriyê li Tirkiyeyê xist stûyê Erdogan û diyar kir ku danûstandina Erdogan bi aloziyê re xemgîniya di bazaran de zêde dike û got ku lîreya Tirkiyeyê dirava herî lawaz di bazarên 2018'an de ye.

Financial Times: Di hilewşandina aboriya welat de tenê Erdogan berpirsyar e
11 tebax, 2018   10:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Financial Times di raporeke xwe de ya di bin navê "Zilamê Tirkiyeyê yê bi hêz, lîreyê ber bi jêr ve dibe" de behsa têkçûna lîreya Tirkiyeyê dike û dibêje ku nirxa lîreya Tirkiyeyê bi dijwarî dadikeve û îsal bi qasî ji sedî 35 da ketiye û di sala 2018'an de dirava herî lawaz di bazaran de ye.

Rojnameyê xwe spart raporeke BBC û diyar kir ku di her daketineke lîreyê de gumana derketina aloziyekê di budceya dayînan de li welat zêde dibe û dibe ku beşê bankan li welat hilweşe.

Rojnameyê destnîşan kir ku danûstandina serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan bi aloziyê re xemgîniyê di bazaran de zêde dike û dibêje li şûna ku çareseriyekê ji aloziyê re peyda bike lomeyê ji şerê aborî yê li dijî welat dike û bang li welatiyan dike ku pereyên xwe ji dolar û zêr veguherin lîreya Tirkiyeyê. Her wiha li şûna ku tedbîrên pratîk bistîne, di xutbeyên xwe de bang li Xweda dike ku çareseriyekê ji aloziyê re peyda bike.

Rojnameyê da zanîn ku hilweşîna lîreya Tirkiyeyê ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Eger aboriya Tirkiyeyê hilweşe bê guman dê bandoreke mezin li aboriya Asya û aboriya Ewropa jî bike. Nemaze nirxa parên di bankan de ku bi deynên Tirkiyeyê bi bandor bûne gelekî daketin.

Rojnameyê behsa têkçûna têkliyên Tirkiyeyê bi Yekîtiya Ewropa re kir û got ku têkliyên wê bi Amerîka re jî li hemberî têkçûnê rû bi rû ye.

Rojnameyê got ku Erdogan aloziya aborî ya Tirkiyeyê weke komployeke rojavayî bi nav dike û da zanîn ku li hemberî têkçûna aboriyê tenê Erdogan berpirsiyar e piştî ku destûr guhert da ku serweriya giştî desthilatdariya Tirkiyeyê bike.

Ji destpêka îsal ve lîreya Tirkiyeyê nirxa xwe bi qasî % 30 li hemberî dolara Amerîka winda kir û rêjeya danûstandinê di bazaranên darayî de ji % 17 daket ji %40.