Tevî kêmderfetan kargeheke dirûtinê vekir

Welatiyekî navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo yê bi navê Şahnaz Hesen tevî kêmderfetan dest ji pîşeya xwe bernade û hewl dide kargeha xwe mezin bike.

Tevî kêmderfetan kargeheke dirûtinê vekir
Tevî kêmderfetan kargeheke dirûtinê vekir
11 tebax, 2018   10:08

RÊNAS REMO/QAMIŞLO

Şahnaz Hesen 46 salî ye û ji şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişlo ya herêma ye. Şehînaz zewiciye û dayîka 5 zarokan e.

Şahnaz pîşeya dirûtinê ji dayîka xwe fêr bûye û di sala 1997'an beşdarî dewreyên fêrkirina dirûtinê li navenda çandê ya navçeya Amûdê bûye.

Şahnaz piştre dizewic û ji ber rewşa xizantiyê, nikarîbû makîniyek dirîtinê ji xwe re bikiriya. Lê ji ber hezkirina wê ji pîşeyê re, makîne bi deyn kirî û piştî demekê ji karkirinê, hemû pereyên makîneyê da.  

Şahnaz bi rêya pîşeya xwe li gel mêrê xwe debara malbatê dike. Her wiha xwe pêşxist û kargeheke biçûk di malê de vekir. 6 makîne di kargehê de hene û li ser wan 2 keçên wê û 2 jinên din dixebitin.

Di nav kargeha Şahnaz de makiniyên cur bi cur ên dirûtinê hene. Şahnaz di werşeya xwe de gelek cureyên cilan didirû jê cilên zarokan, kirasên jinan û bi taybet ên şahiyan, miltanên mêran û jinan jî didirû.

Şahnaz berhemên kargeha xwe di nav sûkên Amûdê difiroşe û armanc dike ku kargeha xwe mezintir bike û dewreyên taybet di dirûtinê û birînê de veke.

(şx)

ANHA