ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-08-2018
11 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- TEV-DEM‘ê bi wesîleya Pêngava 15‘ê Tebaxê civînekê li hola Zana ya bajarê Qamişlo lidar dixe. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- TEV-DEM‘ê li navçeya Qenayê ya kantona Kobanê rêzecivînên bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî didomîne. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Akademiya Şehîd Idrîs a Hêzên Ewlekariya Hindirîn a li Eyn Îsayê dewreyeke perwerdeyê bi dawî dike. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyekî Efrînî kete xefa xapandinan û vedigere Efrînê, li wir rastî pêkirinên leşker û çeteyên artêşa dagirker tê. Dibêje ku di saetên derengî şevê ji dibistanan dengê hawarên êşkenceyê derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Bajarê Minbicê wekî paytexa DAIŞ‘îyên biyanî dihat pênasekirin, Tirkiyeyê dayîm hewl dide ku bajarê Minbicê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de bimîne, da ku kariba bi hesanî pilanên xwe yên zindîkirina xeyalên Osmanî bi cih bîne. Lewar jî bi hemû rêbazan destek dida DAIŞ‘ê. Lê bajêr bi destê şêniyên wê hate rizgarkirin û rêveberiya sivîl ji aliyê pêkhateyên wê hatiya rûniştandin. Herî dawî Minbic êdî bûye mînaka her pêşketî ya demokrasiyê û rêveberiya siyaseta dirust.

HEVPEYVÎN

- Fîras Qesas diyar kir ku Tirk û Rûs ji beriya demekê ve gihiştine lihevkirinan derbarê çarenûsa Cebhet El-Nusra û komên din yên li Idlibê û tekez kir stratîjiya herêmên "Bê şer" tenê wekî wesîleyeke leşkerî pêşketî ji aliyê Rûsiyeya ve, armanc jê hedefkirina komên çekdar e.(BI WÊNE)

JIN

- Meclisa Jin a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê buroya xwe li bajarê Reqayê vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayîka Misad Xelîf tib erebî (Bijîşkatiya giha) ji dayîk û dapîra xwe fêr bûye û di kampa Holê de dimîne. Di dema rêxistinên mirovî rewşa koçberên kampê paşguh kirina dayîka Misad dermanên xwazaî çêdike û pê debara malbata xwe bi cih tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şehînaz Hesen ji şêniyên navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo ye. Ruxmî rewşa madî ya dijwar lê dest ji pîşeya xwe neberda û niha dixwaze werşeyek mezintir veke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên MSD‘ê civînekê li navenda xwe ya li bajarê Hesekê ji bo danasîna karê ciwanan di meclisê de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li bajaroka Mergeda ya kantona Hesekê Şaredariya Gel tê vekirin. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber kiryarên komên çete yên DAIŞ‘ê xwe li gelek deveran girt. Herî dawî li Bakurê Sûriyeyê aramî dikin. Li vir kargeha xwe ji nû ve vedike da ku alîkariyê şêniyan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).de

-Bendava Mizgeft a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo veguherî parastgeheke xwezayî bi taybet piştî ku rêvveberiya giştî ya parasgehan giranî daye. Di vê çarçoveyê de derdora 10 hezar dar hatin çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA