Minbic.. xala hefsengiya hêzên herêmî û navdewletî ye-4

Bajarê Minbicê wekî paytexa DAIŞ‘îyên biyanî dihat pênasekirin, Tirkiyeyê dayîm hewl dide ku bajarê Minbicê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de bimîne, da ku kariba bi hesanî pilanên xwe yên zindîkirina xeyalên Osmanî bi cih bîne. Lewar jî bi hemû rêbazan destek dida DAIŞ‘ê. Lê bajêr bi destê şêniyên wê hate rizgarkirin û rêveberiya sivîl ji aliyê pêkhateyên wê hatiya rûniştandin. Herî dawî Minbic êdî bûye mînaka her pêşketî ya demokrasiyê û rêveberiya siyaseta dirust.

Minbic.. xala hefsengiya hêzên herêmî û navdewletî ye-4
Minbic.. xala hefsengiya hêzên herêmî û navdewletî ye-4
11 tebax, 2018   04:20

CÛMA MIHEMED / MINBIC

Di navbera sala 2015 û 2016‘an de Serokê Tirkiyê Receb Teyyîp Erdogan û hin rayedarên hikûmeta wî YPG, YPJ û paşê jî QSD‘ê hişyariya derbaskirina rexê Rojavayê Çemê Firatê dikir. Hişyariyên ji aliyê wan ve mîna peyamekê ku tê de fermandarên Tirk  rizgarkirina bajarê Minbic û Cerablusê yên dikevin rojavayê Firatê red dikirin.

Erdogan 11‘ê Mijdara 2015‘an di daxuyaniyeke xwe de ya piştî civîna G20 got ku Tirkiyê destûr nade ku "Tu hêz" rojavayê çemê Firatê derbas bike û anî bû ziman dê welatê wî Tirkiyeyê bersivê bide.

Di wê demê de, Minbic hîna di bin dagirkeriya DAIŞ‘ê de bûn. Daxuyaniyê rayedarên Tirk di naveroka xwe de gelek nîşaneyan dide. Ji ber ku Tirkiyê ne dixwest ku DAIŞ bi dawî bibe. Ji ber vê yekê bi hemû rêbazan destek dida.

Herêmên rojavayê çemê Firatê bi taybet bajarê Minbicê pargehên sereke yên DAIŞ‘ê bû. Minbic wekî paytexta çeteyên DAIŞ‘ê yên biyanî diha naskirin, ku bi riya Tirkiye derbasî Sûriyeyê dibûn û pêkirinên xwe yên ne mirovî pêk di anî, her wiha navenda pilankirina êrîşên li Ewropayê bû.

Di 11‘ê Mijdara 2016‘an de Rojnameya Birîtanî ya Telefraph gotarek bi navê "Minbic Lunduna biçûk e" weşand, tê de îşaret bi hejmarek pir a birîtaniyên di nava DAIŞ‘ê de li vir dike, her wiha rêjeyeke mezin ji Alman, Fransî, Siûdî û Cezayîr jî lê hene.

Siyaseta Tirkiyê ya di Sûriyeyê de ne tenê çûna hêzên ku şerê DAIŞ‘ê li Sûriyeyê dikirin  ber bi rojavayê Firatê red dikir, lê belê çûyîna wan a ber bi Reqayê ve "Paytexa DAIŞ" jî red dikir. Ev yek diyar dike ku Tirkiyê her tim dixwest ku DAIŞ‘ê li herêmê bimîne da ku pilanên xwe di herêmê de pêk bîne. Tirkiyê DAIŞ‘ê wekî kaxestekê li hemberî gelê Bakurê Sûriyeyê bi kar di anî.

Gelê herêmê bi desteka QSD‘ê di 1`ê Hezîranê de operasyona rizgarkirina Minbicê da destpêkirin. Operasyon di 2‘ê Tebaxa heman salê bi rizgarkirina Minbicê bi encam bû.

Ji wê dîrokê ve rewşa herêmî guherî û xaleke hevsengiyên ji hêzên Rojhilata Navîn re dest pê kir.

Êdî Minbicê bi destê gelê xwe tê birêvebirin û parastin. Bi rizgarkirina Minbicê re hêviyên dewleta Tirk a dagirkirina Minbicê şikestin.

Tirkiyê ne tenê Minbicê, tevahî Bakurê Sûriyeyê wekî herêmên Osmanî di bin serweriya Tirkiyeyê mîna beriya zêdeyî sedên salan dixwest. Tirkiyê bi artêşa xwe derbasî Sûriyeyê bûn, ala dewelta xwe û wêneyên Erdogan li kolanan daliqandin. Her wiha afîşeyên danasîînê bi zimanê Tirkî danîn.

Gelek alî, dewleta Tirk bi karanîna "Muxalifên rêjîmê" li herêmên  Heleb, Şam û Dera li beramberî herêmên li Bakurê Sûriyeyê mîna ku li Idlibê li beramberî Heleb û Efrînê li beramberî  Efrînê tuhmetbar dike.

Tirkiyê niha jî dixwaze hemû pilanên xwe ji Minbicê ve dest pê bike. Lê gelê Minbicê ji hemû pilan û hêza dewleta tirk bi hêztir e, hevgirtina gelê Minbicê li pêşberî hêza dagirkeriyê bûye mertal.

Her wiha çavên hêzên herêmî û cîhanê li Minbicê ye. li gel Tirkiyê jî rêjîm û Rûsya heme ku dixwazin li herêmê pêşketinan qezenc bikin. Amerîkayî jî beşdarî ku rizgarkirinê bibû nexwaze Minbic ji destê xwe bibe. Êdî Minbica pêşketî ji xaleke li ser nakokî hebûn bûye xaleke hefsengiyan.

Tirkiyê li ser sînorê bakurê, hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li gel hêzên Amerîkî di bajarê de, li aliyê rojava û başûr jî hêzên rêjîmê û alîgirên wê ne. Heger îhtîmala pêşketin Tirkiyê li Minbicê pêk were, dê tevahî Sûriyeyê bikeve xeteriyê û hêzên Tirkiyê li Sûriyeyê xurt bibe.

Niha jî çawa rizgarkirina Minbicê ji bo DAIŞ‘ê û têrkçûna terorê derbeyeke mezin bû dibe ku rêveberiya wî ya heyî jî bibe numuneyek ji tevahî Sûriyeyê ku bi ji aliyê şêniyên wê ve xweser were bi rêvebirin.

Minbicê niha ji herêmên herî bi ewle herî bi ewle û armanc e bi saya şêniyên wê yên ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariyê. Her wiha bûye mînaka herî pêşketî ji demokrasiyê û siyaseta dirusst ku ji aliyê hemû pêkhateyên wî tê birevebirin.

ANHA