Akademiya Şehîd Hozan Can dewreyeke din bi dawî kir

Akademiya Şehîd Hozan Can a girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Kantona Girê Spî dewreya 14 a bi navê "Şehîd Birûsk" bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Hozan Can dewreyeke din bi dawî kir
Akademiya Şehîd Hozan Can dewreyeke din bi dawî kir
Akademiya Şehîd Hozan Can dewreyeke din bi dawî kir
Akademiya Şehîd Hozan Can dewreyeke din bi dawî kir
9 tebax, 2018   19:30

GIRÊ SPÎ

Li Akademiya Şehîd Hozan Can a bîrdozî ya girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava pêş 15 rojan û bi tevlîbûna 24 endaman dewreyeke perwerdeyê bi navê "Şehîd Birûsk" dabû destpê kirin.

Bi armanca qedandina dewreyê, şahiyek hate lidarxistin.

Di şahiyê de, endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava, nûnerên meclisa kantonê û meclisa navçeyê amade bûn.

Cihê şahiyê bi wêneyên Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan, YPG, YPJ û QSD‘ê hatibû xemilandin.

Piştî rêzgirtinê bi navê meclisa kantonê Cîgirê Hevseroaktiyê Sebirî Nebo bidawîbûna perwerdeyê li ciwanan pîroz kir û tekez kir ku civka bi ciwanan pêş dikeve, ciwan divê di her aliyan de xwe perwerde bikin û pêş bixin.

Ji aliyê xwe ve rêveberê Akademiyê Îmad Girê Spî jî anî ziman ku serkeftinên hatine bidestxistin berhemên xwîna şehîdan e û bang li ciwanan kir ku xwedî li şehîdan derkevin.

Di dawiya şahdiyê de şêranî hate belavkirin.

(bb)

ANHA