Gelê Kobanê xatirê dawî ji têkoşer Emîr xwestin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Emîr Derwîş (Emîr Kobanê) bi merasîmekî li goristana Şehîd Dicle hate oxirkirin.

Gelê Kobanê xatirê dawî ji têkoşer Emîr xwestin
Gelê Kobanê xatirê dawî ji têkoşer Emîr xwestin
Gelê Kobanê xatirê dawî ji têkoşer Emîr xwestin
Gelê Kobanê xatirê dawî ji têkoşer Emîr xwestin
Gelê Kobanê xatirê dawî ji têkoşer Emîr xwestin
Gelê Kobanê xatirê dawî ji têkoşer Emîr xwestin
Gelê Kobanê xatirê dawî ji têkoşer Emîr xwestin
Gelê Kobanê xatirê dawî ji têkoşer Emîr xwestin
Gelê Kobanê xatirê dawî ji têkoşer Emîr xwestin
8 tebax, 2018   17:02

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Emîr Derwîş (Emîr Kobanê) yê ku li Benda Rojava şehîd bibû bi merasîmekê ber bi goristana Şehîd Dicle oxir kirin.

Welatiyan alên YPG, YPJ, Hêzên Erka Xweprastinê û wêneyên şehîd alên bi kerwanekî ber bi goristana Şehîd Dicle ve birin.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir, paşê Cîgira Hevserokê Desteya Parastinê Nebo Temo axivî û anî ziman ku meha Tebaxê meheke pîroz e, piştî 7 rojan em rastî 15‘ê Tebaxê tên ku pêngava  yekem a li hemberî dijmin hate destpêkirin.

Nebo Temo anî ziman ku dijminê her digot ku dê Kurd binkevin û got, "Bi saya xwîna van şehîdan Kurd her tim wê bi serkevin. Çawa Kobanê ji çeteyan hate rizgarkirin û Efrîn jî dê rizgar bibe."

Her wiha li ser navê TEV-DEM`ê Adil Hecî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha anî ziman:"Eger ne ji van şehîdan baye, me nedikarî bi armanî jiyan bikira, şehadet pir girîng e û ewqas jî xweş e ku bi azdî bijî

Wesîqeya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Welatiyan cenaze di nava dirûşmeyan spartin axê.

(şm-sn) 

ANHA