Navenda tenduristiyê li Til Tewîl tê vekirin

Şêniyên bajarokê Til Tewîl ê kantona Hesekê daxwaza vekirina navendeke tenduristiyê kir. Rêveberên Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê diyar kir ku di demeke nêzîk de dê navend were vekirin.

Navenda tenduristiyê li Til Tewîl tê vekirin
Navenda tenduristiyê li Til Tewîl tê vekirin
Navenda tenduristiyê li Til Tewîl tê vekirin
Navenda tenduristiyê li Til Tewîl tê vekirin
Navenda tenduristiyê li Til Tewîl tê vekirin
8 tebax, 2018   07:05

OLVA HAC MENSÛR - BÊRÎTAN MEDÛSA / HESEKÊ

Bajarokê Til Tewîl 5 km dikeve bakûrê bajarê Hesekê, niştecihên wê kurd û ereb in, bi giştî hejmara wan 5 hezar e.

Şêniyan xwe di nava 6 komînan de bi rêxistin kiriye û 24 gund girêdayî wê ne.

Şêniyên bajarokê Til Tewîl ji ber tunebûna dermanxane û navenda tenduristiyê bêzar in, ji ber vê yekê neçar dimînin ku biçin navenda bajêr.

Der barê mijarê de, welatiyê bi navê Hindî El-Xelef wiha dibêje. "Dermanxaneyeke biçûk hebû, ew jî hate girtin, niha em zehmetiyan dikişînin, ne dermanxane û ne jî navendeke tenduristiyê heye. Em bi hêvî ne ku navendeke tenduristiyê were vekirin."

Welatiya bi navê Emîna El-Elawî jî anî ziman ku ji ber tunebûna dermanxane û navenda tenduristiyê ew neçar dimînin ku biçin bajêr û wiha got: "Ji bilî ku heqê rê, derman û tedawiya bijîşkan jî biha ye."

Ji aliyê xwe ve Eymen Tariq anî ziman ku bajar 5 km dûr e, di rewşên nexweşiyên giran de xetere çêdibe, li aliyekî din jî di saetên derengî şevê de wesayît tune ne.

Hevserokê Meclisa Bajarokê Til Tewîl  Xebat Silêman anî ziman ku mehane civîn têne lidarxistin û daxwazên gel têne guhdarkirin û wiha got: "Em bi zehmetiyên şêniyan dizanin, belê tunebûna navendên tenduristiyê me bê çar dike. Wekî meclis me daxwaza vekirina navendeke tenduristiyê pêşkêşî Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê kiriye."

Li gorî agahiyên ku me ji rêveberên Komîteya Tenduristiyê wergirtine, di demeke nêzîk de dê navendeke tenduristiyê li Til Tewîl were vekirin.

Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê di nava 6 mehan de navendên tenduristiyê li navçeyên Zergan, Mergeda, Hol û Erîşê vekirine.

(bb)

ANHA