Jinên Qamişlo: Li gel Ocalan kilîta çareseriya hemû aloziyan heye

Hejmareke jinên kantona Qamişlo destnîşan kir ku berdewama tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê aloziya di hemû herêmên Rojhilata Navîn de bidomîne. Ji ber ku li gel Ocalan kilîta çareseriya hemû alozî û şerên herêmê heye.

Jinên Qamişlo: Li gel Ocalan kilîta çareseriya hemû aloziyan heye
Jinên Qamişlo: Li gel Ocalan kilîta çareseriya hemû aloziyan heye
8 tebax, 2018   06:45

SILAVA EBDULLREHMAN / QAMIŞLO

Dewleta tirk tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye û bi hincetên cude serdanên parêzer û malbata Ocalan red dike.

Girêdayî vê mijarê hejmareke jinên Qamişlo nêrînên xwe bi rêya ajansa me anîn ziman û tecrîd şermezar kir û tekez kir ku dagirkeriya tirk bi kiryarên xwe, wan ji daxwaza azadiya Ocalan bi şûn ve naxe.

Têkildarî mijarê dayika bi navê Etiye wiha got: "Dewleta tirk ji sala 2011'an ve tecrîd li ser Abdullah Ocalan ferz kiriye û hemû qanûn û peymanên navdewletî paşguh kirine û destûr nade ku parêzerên wî hevdîtinan bi miwekilê xwe re bikin." Her wiha dayika Etiye diyar kir ku berdewama tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdewama alozî û şerên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku li gel Ocalan kilîta çarseriya aloziyên Rojhilata Navîn heye û fikra wî ya azadî û wekheviya gelan armanc digire.Di dawiya axaftina xwe de dayika Etiye pê de çû: "Heta rizgarkirina Ocalan em dest ji çalakiyên xwe bernadin".

Ji aliyê xwe ve dayika ji pêkhateya ereb Lemîs El-Hebîb got ku Oclan rêberê yekemîn e ku ji bo azadiya jinan tê koşiyaye û ciyawaziya ku pergalên zordar di nav gelan de çandibûn rakir. Dayika Lemîs wiha pê de çû: "Piştî Şoreşa Rojava bi saya fikr û felsefeya Ocalan, jinan karî maf û azadiya xwe bi awayekî berbiçav bistînin."

Di dawiya axaftina xwe de Lemîs bêdengiya rêxistinên mafên mirovan li hemberî binpêkirinên dagirkeriya tirk di ferzkirina tecrîda li ser Ocalan û binpêkirinên wê li Efrînê de, rexne kirin.

(şx)

ANHA