ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-08-2018
8 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

-Buroya Jin a Şaredariya Gel a Dêrikê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Dicle li Stada Kornêş a Dêrikê bi tevlêbûna zarokan pişbirka dîlanên filklorî organîze dike. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sêyemîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan dest pê dike. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîdekî xwe li goristina Şehîd Dicle oxir dikin. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- TEV-DEM‘ê di çarçoveya rêzecivînên şîrovekirina rewşa siyasî de civînekê li bajaroka Til Xezal ya kantona Kobanê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di pêvajoya şerên li dijî çeteyên DAIŞ`ê de, şerê rizgarkirina bajarê Minbicê yek ji girîngtirîn şeran e ku li Bakurê Sûriyeyê rû da. Gelek fermandar û şervanên ku di nava vê têkoşînê de bûbûn şahidên bûyerê, der barê wan rojan de axivîn. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Cîgira Serokê Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Şehbayê Ehlam Xidro destnîşan kir ku mudaxeleyên derve Sûriyeyê xistine tunekekî tarî û got ku dawîbûna li aloziyê ancex bi danûstandinên Sûrî- Sûrî pêk were.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmarek jinên bajarê Qamişlo têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotin her çiqas tecrîd giran be jî aloziya Rojhilata Navîn jî berdewam be. Jinan anîn ziman ku kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn li gel Ocalan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê û Yekîtiya Hunermendan bi boneya 9. Salvegera wefata Aram Tîgran, her wiha salvegera yekemîn a damezirandina Yekîtiya Hunermendan li herêma Cizîrê çalakiyekê li Parka Dirîm Land a bajarê Qamişlo li dar dixe. Saet 20:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hamza Seyît û Enes El-Erebî li Qamişloyê mêşên hingiv xwedî dikin û her wiha bi saya mêşan hewl didin gelek nexweşiyan derman bikin. Bi rêbazên gelêrî yên qedîm, mêşan ji bo dermankirinê bi kar tînin û ji bo dermankirinê jî mêş bi kesên nexweş ve didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajaroka Til Tewîl a kantona Hesekê daxwaza vekirina navendeke tendurstiyê kirin. Rêveberên Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê diyar kirin ku di demeke nêzî de dê navend were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Karûbarên Koçberan a Kampa Eyn Îsayê bi hemû derferên xwe hewl dide pêwîstiyên zêdeyî 13 hezar koçberî bi cihî tîne. Rêveberiya bi riya Komîteya Lihevanînê li ser pirsgirêkan disekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama lehiyên dawîn li herêma Reqayê pêk hatine de û di destpêka havînê de, mewsîma genim gelek ziyan dît. Ji ber wê cotkarên Reqayê xisarên xwe bi çandina sebzeyên havînê tawîz dikin. Bi çandina hilberînên havînê re sûkên Reqayê

- Gelê herêma Çiyayê Kezwana ji ber kêmbûna ava şîrîn, xerabûna rêyan û ji ber nebûna bijîşkan rastî gelek pirsgirêkên tenduristî tê. Hevserokê Şaredariyê Saleh Medîne Xilêf bang li rayedaran kir ku ji wan re bibin alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA