Li Swîsreyê balafirek ket: 20 kes mirin

Li Swîsreyê balafira koleksiyonê ya bi tîpa JU52 HB-HOT a sala 1939’an li Elmanyayê hatî çêkirin û bi sê motoran dixebite kete xwarê û 20 kes mirin.

Li Swîsreyê balafirek ket: 20 kes mirin
5 tebax, 2018   13:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke koleksiyonê ya leşkerî ya sala 1939’an li Elmanyayê hatî çêkirin, li Swîsreyê ket û 20 kesên tê de jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê polêsan Anîta Sentî li Flîms a bintarê Çiyayê Pîz Segnas daxuyanî da û anî ziman ku di qezayê de herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Ajansa Nûçeyan a ATS’ê jî ragihand ku balafir, di sala 1939’an de hatiye çêkirin û bi modela  Jûnkers JU52 HB-HOT  a şîrketa JU-Aîr’yê ye. Balafira ku 17 rêwî û 3 personelan werdigire, dema ber bi rojavayê Piz Segnas ve difiriya, li bilindahiya 2540 ketiye xwarê.