Fabrîkeya Roj pêdiviyên Bakurê Sûriyeyê ên pilastîk peyda dike

Meclîsa Aborî ya kantona Qamişlo ku di 2013'an de hatiye damezrandin, bi armanca peydakirina pêdiviyên aborî ji welatiyên herêmê re fabrîkeyeke çêkirina şûşeyên pilastîk li bajarê Qamişlo vekir. Piştre fabrîke ji bo navçeya Amûdê hate veguhestin.

Fabrîkeya Roj pêdiviyên Bakurê Sûriyeyê ên pilastîk peyda dike
Fabrîkeya Roj pêdiviyên Bakurê Sûriyeyê ên pilastîk peyda dike
Fabrîkeya Roj pêdiviyên Bakurê Sûriyeyê ên pilastîk peyda dike
Fabrîkeya Roj pêdiviyên Bakurê Sûriyeyê ên pilastîk peyda dike
Fabrîkeya Roj pêdiviyên Bakurê Sûriyeyê ên pilastîk peyda dike
Fabrîkeya Roj pêdiviyên Bakurê Sûriyeyê ên pilastîk peyda dike
4 tebax, 2018   09:17

KADAR ÎBRAHÎM – EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Fabrîke pêdiviyên şûşe û qutiyên pilastîk ji piraniya fabrîkeyên Bakurê Sûriyeyê re peyda dike û beşdarî xebatên vejandina aboriya herêmê dibe. Fabrîke hewl dide rê li pêşiya malgirtinê bigire û berhemên xwe bi buhayên erzan pêşkêş dike.

Fabrîke rojane bi hezaran şûşe û qutiyên pilastîk ji bo berhemên cûda û bi mezinahiyên cûda çêdike.

Meclîsa Aborî ya kantona Qamişlo madeyên xam ji fabrîkeya Roj re ji bajarê Helebê peyda dike. Di fabrîkeyê de 8 karker ku ji wan 4 jin in 8 saetan dixebitin.

Di fabrîkeyê de 5 maşîneyên sereke hene. Tişta balkêş di fabrîkeyê de ew e ku şûşe û qutiyên hatine bikaranîn ji nû ve dihelîne û careke din çêdike.

Endamên rêveberiya fabrîkeya Roj Raxib Mihemed diyar kir ku armanca sereke ya fabrîkeya Roj ew e ku beşdarî xurtkirina aboriya herêmê bibe û rê li pêşiya malgirtinê bigire û hemû pêdiviyên aborî ji fabrîkeyên herêmê re peyda bike.

ANHA