Li hemberî diyardeya xebitandina zarokan li Cizîrê hin çareserî

Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Cizîrê bi hevkariya Komîteya Kedkaran hewl dide rê li pêşiya diyardeya xebitandina zarokan bigire. Komîte di qoxa destpêkê de hin çareseriyan pêşkêş dike û di qonaxa duyemîn de jî dê dibistaneke pîşeyî ya taybet bi zarokan vebike da ku wan fêrî pîşeyan bike.

Li hemberî diyardeya xebitandina zarokan li Cizîrê hin çareserî
Li hemberî diyardeya xebitandina zarokan li Cizîrê hin çareserî
Li hemberî diyardeya xebitandina zarokan li Cizîrê hin çareserî
Li hemberî diyardeya xebitandina zarokan li Cizîrê hin çareserî
Li hemberî diyardeya xebitandina zarokan li Cizîrê hin çareserî
Li hemberî diyardeya xebitandina zarokan li Cizîrê hin çareserî
Li hemberî diyardeya xebitandina zarokan li Cizîrê hin çareserî
Li hemberî diyardeya xebitandina zarokan li Cizîrê hin çareserî
4 tebax, 2018   09:10

KELSÛMA ELÎ / QAMIŞLO

Di van salên dawî de diyardeya xebitandina zarokan û bikaranîna zarokan di kar û pîşeyên dijwar de li herêma Cizîrê zêde bûye. Sedemên xebitandina zarokan li bajarên Cizîrê ji ber rewşên aborî û jiyanî gelek in. Vê yekê bandor li hin malbatan kir û neçar man zarokên xwe ji dibistanan derbixînin û beşdarî pîşeyên cûda bikin. Zarok jî bêyî ku zaroktiya xwe jiyan bikin bi pereyên kêm tên xebitandin. Zarok kardesta xwe heftane di navbera 500 û 5000 lîreyên Sûriyeyê de werdigirin.

Zarokê bi navê Selah Luqman ê 15 salî li bajarê Qamişlo di kargeheke rastkirina hesin de dixebite. Selah Luqman dest ji dibistana xwe ya seretayî ber dide û xwendin û nivîsandinê nizane. Luqman ji malbateke ji 5 kesan e û ji bo alîkariya malbata xwe bike dixebite.

Elî Reşîd 17 salî ye û di kargeheke parçeyên siwareyan de dixebite û ji ber rewşa aborî ya malbatê neçar dimîne dibistana xwe terk bike û beşdarî pîşeyên dijwar bibe.

Bi armanca rêgirtina li pêşiya xebitandina zarokan, desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê bi hevkariya Yekîtiya Kedkaran a kantonê hemleyeke civakî di bin navê "Bi hev re li dijî xebitandina zarokan" da destpêkirin. Hemle li seranserî bajar û navçeyên Cizîrê hate meşandin. Di hemleyê de belavokên pênasekirinê bi durişmeyên "Xwendin ji mafê min e, lîsk ji mafên min in" de hatin belavkirin. Di hemleyê de her wiha navên zarokên dixebitin hatin belgekirin.

Di hemleyê de Komîteya Kedkaran, Desteya Jin, Desteya Tenduristiyê, Desteya Karkeran, Desteya Ciwanan, Desteya Perwerdehiyê, Buroya Karûbarên Rêxistinan, Buroya Mafên Mirovan û Buroya Karûbarên Civakî beşdar bûn.

Di destpêkê de komîte li bajarên kantonê hatin avakirin û van komîteyan serdana malbatên zarokan ên ku dixebitin kirin da ku rewşa van zarokan ji nêz ve nas bikin û çareseriyan pêşkêşî malbatê bikin. Her wiha ji malbatan re piştrast bikin ku pêwîst e zarokên xwe ji dibistanan dernexînin da ku di avakirina civakê de kesayetên pispor ava bikin. Di van serdanan de her wiha metirsiyên derûnî û fîzîkî yên li hemberî zarokan ji malbatan re şîrove kirin.

Weke gava destpêkê ji bo kêmkirina diyardeya xebitandina zarokan, Buroya Karûbarên Rêxistinan alîkarî bi malbatên xizan re kirin da ku zarokên xwe nedin xebitandin û hin derfetên kar ji endamên van malbatan re peyda kirin da ku alîkariya wan bikin.

Tê payîn ku evan desteyên Rêveberiya Xweser dibistaneke pîşeyî ji zarokan re li ser asta herêma Cizîrê vebike da ku zarok beşdarî vê dibistanê bibin û pîşeya ku dixwazin fêr bibin.

ANHA