2 bazirganên hişbirê hatin girtin

Hêzên Asayîşê li bajarê Qamişlo 2 kesên ku bazirganiya hebên hişbirê dikir, girtin.

2 bazirganên hişbirê hatin girtin
2 bazirganên hişbirê hatin girtin
3 tebax, 2018   12:27

QAMIŞLO

Piştî komkirina agahiyan, Buroya Têkoşîna Tawanên Rêxistinkirî ya girêdayî Asayîşê 2 kesên ku bazirganiya hebên hişbirê dikir, girtin.

Li gorî Hêzên Asayîşê, bi her du kesan re 8 hezar hebên hişbirê yê bi cureya ʺKbetikolʺ hatin girtin. Hate zanîn ku her du kes li xwe mikur hatine ku berê hebên hişbirê difirotin.

Li gorî Asayîşê, dê her du kes li Komîteya Lêpirsînê werin veguhastin û der barê wan de biryar were dayîn.

(kc/ew)

ANHA