Li El-Hemrat civînek hate lidarxistin

Li ser xwesteka şêniyên bajarokê El-Hemrat, MSD û endamên Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD`ê civînek li dar xist. Di civînê de rewşa dawîn a Sûriyeyê hate nirxandin.

Li El-Hemrat civînek hate lidarxistin
Li El-Hemrat civînek hate lidarxistin
Li El-Hemrat civînek hate lidarxistin
3 tebax, 2018   10:53

REQA

Bi dehan şêniyên bajarokê El-Hemrat ê Reqayê, rûspiyên êlan, endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û nûnerên Meclisa Sivîl a El-Hemrat tev li civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama MSD`ê Rûqeya Elo li ser pêşketinên dawîn li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn axivî û destnîşan kir ku armanca hêzên mezin ew e ku xaka Sûriyeyê parçe bikin.

Rûqeya der barê hevdîtinên MSD`ê û rêjîma Sûriyeyê de tekez kir ku civînên wan li ser esasê hevpeyvînê ne ji bo lihevkirina li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê.

Rûqeya diyar kir ku hindek dezgehên ragihandinê bi van gotegotan dixwazin tevliheviyê di nava şêniyên herêmê de çêkin. 

Rûqeya di dawiyê de diyar kir ku projeya MSD`ê ku herêmên Bakurê Sûriyeyê neyên parçekirin û wiha anî ziman: "Em wek MSD`ê ji hevpeyvînên Sûrî-Sûrî re amade ne. Ew civînên ku bi însiyatîva hêzên mezin ên derve dixwazin Sûriyeyê parçe bikin."

Yek ji berpirsên Buroya Têkliyên Leşkerî ya Reqayê Çiya Qamişlo got ku rewşa siyasî û ewlehî girêdayî hev e, yê ku dibêjin dê rêjîm derbasî herêmên Bakurê Sûriyeyê bibe aramiya herêmê tevlihev dikin û Reqa wekî ku çawa paytexa çeteyên DAIŞ`ê bû, niha bi saya xwîna şehîdan hate rizgarkirin.

Çiya Qamişlo di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê parastina aramiya şêniyan bikin da ku bi azadî bijîn bêyî ku tu kes destwerdana karê wan bike, her wiha pêwîst e ji bo avakirina Sûriyeya demokrtîk û azad ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê bibin alîkar.

(bx/ew)

ANHA