YPG: Herî kêm 9 leşker û çete li Efrînê hatin kuştin

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê diyar kir ku di encama çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê, herî kêm 9 leşkerên artêşa tirk  û çeteyên wê hatin kuştin.

YPG: Herî kêm 9 leşker û çete li Efrînê hatin kuştin
3 tebax, 2018   10:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺHêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê didomînin. Di navbera dîrokên 29’ê  Tîrmeh û 2’ê Tebax’ê de yekîneyên me bi 3 çalakiyên li deverên cûda dagirkeran hedef girtin. Di encama çalakiyan de herî kêm 9 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Agahiyên di derheqê çalakiyên ku hatine lidarxistin de wiha ne;

1.  Di dîroka 29’ê Tîrmeh’ê de hêzên me li herêma di navbera gundên Fafirtîn û Birc Heyder ên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê de seyareyeke leşkerî ya çeteyên Ehrar Şam hedef girtin. Di encama çalakiya sabotajê de seyare bi temamî hate rûxandin lê di derbarê kuştî û brîndaran de agahiyên zelal bidest neketin.

2.  Di Dîroka 30’ê Tîrmehê de hêzên me li gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawa bi motorek bombebarkirî kombûneke çeteyên koma çete ya bi navê Hemze hedef girtin. Di encama çalakiyê de leşkerek artêşa Tirk a dagirker û 4 çete hatin kuştin. Herwiha leşkerek û 2 çete jî brîndar bûn.

3. Di dîroka 2’ê Tebaxê de hêzên me li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa li hember seyareyeke leşkerî ya çeteyan kemînek lidar xistin. Di encam çalakiyê de leşkerek artêş dagirker û 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.ʺ

(kc)