TEV-DEM: Tiştekî navê xwe ʺArtêşa Azadʺ li Efrînê tune ye, ew çeteyên Tirkiyeyê ne

Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane bi tevlêbûna gelek dezgehên çapemeniyê li dar xist.

TEV-DEM: Tiştekî navê xwe ʺArtêşa Azadʺ li Efrînê tune ye, ew çeteyên Tirkiyeyê ne
2 tebax, 2018   12:37

QAMIŞLO

Di civîna çapemeniyê ya heftane ya TEV-DEM’ê de, berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomatîk ya TEV-DEM`ê Kemal Akif daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

ʺKomkujiya Şengalê

Sibê salvegera komkujiya Şengalê ya qirkirina gelê me yê kurd ê êzidî ye. Di salvegera 4`emîn a komkujiyê û êrîşên terorîstan li ser gelê me yê Şengalê de em hemû şehîdan bi bîr tînin û berxwedana lehengî ya ku YPG û hêzên gerîla ji bo parastina gelê me li Şengalê pîroz dikin. Em di vê bîranîna biêş de tekez dikin ku biryara parastina xweser û avakirinê li ser esasê xwerêvebirinê, tekane rê ye ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin. Pêwîst e ji gelê me re rêveberiyeke xweser û sîstemeke parastinê ya xweser çêbe û ji bo pêkanîna vê yekê em ê piştgiriyê bidin wan.

Rewşa li Efrînê

Binpêkirinên dewleta  tirk li Efrînê dewam dikin. Bila her kes zanibe ku tiştek nemaye ku navê xwe ʺArtêşa Azad” e, ew girêdayî hêzên ʺmilîʺ yên Tirkiyeyê ne û ew çeteyên dewleta tirk in. Ew çete siyaseta Tirkiyeyê li Efrînê dimeşînin. Berxwedan di qonaxa xwe ya duyemîn de ye. Ji bo rizgarkirina Efrînê gelê me bi israr e. Em bang li her kesî dikin ku ji bo rizgarkirinê û destekdayîna biryara berxwedanê ya gelê me, bibin yek. Vegerandina Efrînê biryareke stratejîk e û jê nayê vegerandin.

Kongreya Astanayê li Soçiyê

Em careke din tekez dikin ku çareserî ne pêkan e ji bilî hundirê Sûriyeyê û diyaloga Sûrî-Sûrî. Li Sûriyeyê pirsgirêkeke kûr û dozên ku ku bûne sedema vê aloziyê hene, pêwîst e werin çareserkirin. Pêwîst e dewletên ku qaşo banga çareseriyê li Sûriyeyê dikin, xwe bigihînin hemû hêzên li Sûriyeyê yên çalak. Ji aliyekî din ve jî, daxuyaniyên nûnerê rêjîma Sûriyeyê Beşar El-Ceferî yên dibêje pêwîstî bi destûreke nû tune ye, gaveke ne erênî ye. Daxuyaniyên bi vî rengî diyar dikin ku rêjîm heta niha rewşa heyî li Sûriyeyê paşguh dike û bi çavê berê li rewşê dinêre.

Hevdîtina bi rêjîmê re

Em wek TEV-DEM daxuyaniyên ku têne dayîn dişopînin û li gorî agahiyan tu pêşketineke berbiçav tune ye. Tiştê ku çêbûye serdana destpêkê bû da ku tiştên pê rabin, werin naskirin. Li gorî agahiyên me, ev serdan wekî gava destpêkê ya qebûlkirina danûstandinê ye. Komîteyên ku li ser hatin lihevkirin, ne desteya danûstandinê ne, peywira xwe amadekirina reşnivîsa nexşerêyekê ye. Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) gelek hêzan di nava xwe de dihewîne û nûnertiya hemû gelê Sûriyeyê dike. Doza gelê kurd di çarçoveya giştî ya ku MSD`ê de ji bo çareserkirina hemû dozên girêdayî gelê Sûriyeyê dixebite, were çareserkirin. Li gorî nêrîna me, ger danûstandin bi rêjîmê re pêk hat, ew ê bi rêya hemû aliyên pêwendîdar be.

Rewşa penaberên Sûriyeyê

Di dema dawîn de, gelek axaftin têne kirin ku dê penaberên Sûriyeyê vegerin Sûriyeyê. Em dibînin ku vegera penaberan pêwîst e, li mal û herêmên wan be, çênabe bibe amûreke siyasî. Her wiha pêwîst e armancên hin aliyan yên guhertina demografyayê di bin navê vegerê de, were qedexekirin.ʺ

(kc/ew)

ANHA