Li gundewarên Helebê şer

Li aliyê başûrê gundewarên Helebê di navbera hêzên rêjîmê û komên çete de şer derket. Her wiha li aliyê başûrê Sûriyeyê di nava kêfxweşiya Îsraîlê de ku rêjîmê sînorê Colan xiste bin serweriya xwe, aramî çêbû.

Li gundewarên Helebê şer
2 tebax, 2018   12:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li aliyê başûrê gundewarên Helebê û li herêma Xelse di navbera hêzên rêjîmê û komên çete de şer derket. Şer di encama êrîşên rêjîmê li ser herêmê de derket. Tu agahî der barê kuştî û birîndaran de nehatin bidestxistin.

Hêzên rêjîmê herêmên Zîtan û gundê Xelse bi dijwarî topbaran kirin. Di encama wê de zerarên madî çêbûn û tu agahî der barê wê de nehatin diyarkirin.

Navendê tekez kir ku li başûrê Sûriyeyê li gundewarên başûrê Deraayê aramiyek heye. Bi dehan çeteyên Ceyş Xalid Bin Welîd ên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê yên ku li herêma geliyê El-Yermûk tevî sivîlan kom bûne, li wê derê hene.

Ji aliyekî din ve jî di encama topbarana hêzên rêjîmê li ser herêmên gundewarên bakurê Hemayê de çend teqînan li herêmên bajarokê El-Letmane rûda. Di encamê de ziyanên madî derketin û tu agahî der barê kuştî û birîndaran de neketin dest.

Li Siwêdayê jî piştî topbaran û bombebarana hêzên rêjîmê û balafirên şer li ser herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de yên çolistana rojhilat û bakurê rojavayê Siwêdayê aramiyek çêbû.

Hêzên rêjîmê di nava 48 saetên dawîn de hemû gundewar û bajarokên Hewid El-Yermûk û Deraa bi temamî xistin bin serweriya xwe.

Heta niha tu agahiyên zelal li ser derxistina çeteyên Ceyş Xalid Bin Welîd û sivîlan ji herêma geliyê El-Yermûk beramberî berdana kesên ku ji gundewarên Siwêdayê hatine revandin, tune ne.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Evîgdro Lîberman kêfxweşiya xwe diyar kir ku hêzên rêjîma Sûriyeyê Colan xiste bin serweriya xwe û tekez kir ku dê Sûriye careke din ji sîstema Esad re vedigere. Lîberman ji rojnameya El-Xemîs re diyar kir ku Îsraîl dibîne ku Sûriye vedigere mîna demên beriya şer û sîstem li wê derê merkezî bi rêveriya Beşar El-Esad e.

Wezîrê parastiyê yê Îsraîlê der barê pêşketinên dawîn ên hêzên rêjîmê de got eniya Sûriyeyê dê bi vegera sîstema El-Esad aram bibe.

Duh Rûsya li ser hebûna Îranê li Sûriyeyê tevlîhevî bi dawî kir û diyar kir ku hêzên Îranê ji 85 kîlometreyan ji Colanê paşde vekişiyane. Her wiha Til Ebîb vekişandina wan red kir û got pêwîst e hebûna Îranê li Sûriyeyê bi temamî nemîne.

(bx/ew)