Şaredariya Mergeda alavên xizmetguzariyê wergertin

Meclisa Kantona Hesekê bi armanca rakirina bendên axê û bermahiyên şer alav radestî Şaredariya Bajaroka Mergedêyê ku dikeve rojhilatê gundewarê Hesekê kirin.

Şaredariya Mergeda alavên xizmetguzariyê wergertin
1 tebax, 2018   15:25

HESEKÊ

Bajaroka Mergeda ku di 9'ê Mijdara 2017'an de hate rizgarkirin kêmbûneke di aliyê xizmtguzariyê de heye. Li ser vê yekê yekê Meclisa Kantona Hesekê du tirêks û du qelabe radestî şaredariya bajarokê kirin.

Ev gav di çarçoveya rakirina bendên axê û bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê de û her wiha xizmeta gel hatiye avêtin.

Tê zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê di dema ku bajarok dagirkiribûn de bendên axê çêkiribûn.

(şx)

ANHA