Çalakgerên Besrayê riya zeviyê Qernayê digirin

Çalakgerên Besrayê piştî ku daxwazên wan pêk nehat riya zeviyê petrolê ya Qerna girtin. Ebadî jî lîsteya navên kesên bi nelirîtiyan hatin tewambarkirin amade dike.

Çalakgerên Besrayê riya zeviyê Qernayê digirin
1 tebax, 2018   14:40

NAVNEDA NÛÇEYAN

Çalakiyên Iraqê ku ji parêzgeha Besrayê bi sedema kêmbûna xizmetê û qutbûna elektrîkê dest pê kirine didome. Çalakgeran li Besrayê piştî dema dabûn hikûmetê ku daxwazên bi cih bînin, derbas bû û daxwazên wan bi cih nehat riya zeviyê peterolê li rojavayê yê Qerna 1 girtin.

Berdevkê Tevgera Sivîl a Besrayê Kazim El-Sehlanî ji Ajansa Nûçeyan a Sputnikê re got: "Piştî  48 saet derbas bû û daxwaz pêk nehatin, çalakgeran riya zeviyekî petrolê li rojavayê Qerna 1 girtin."

El-Sehelanî diyar kir ku daxwazên çalakgeran "Peydakirina derfetên kar e" û tekez kir ku girtina rê bersiva lêdan û girtina çalakgeran ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ye."

Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî jî ragihand ku ew lîsteya navên kesên ku bi nelirêtiyê hatin tewanbarkirin amade dikin û got ku hikumet ciddî ye ku daxwazên çalakgeran bi cih bîne.

Hêzên Ewlekariyê duh mudaxeleya çalakiya kon a li ber avahiya avahiya hiûmetê ya Besrayê hatibû organîzekirin, kirin.