Li Efrînê ciwanekî din ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hate revandin

Li bajarê Efrînê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ciwanê bi navê Rifet Mûrad revandin û berin Tirkiyê.

Li Efrînê ciwanekî din ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hate revandin
1 tebax, 2018   08:24

EFRÎN

Li gorî çavkaniyê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ciwanê bi navê Rifet Mûrad (26) dema ku di dukana xwe ya bazirganiyê li sûka gelerî ya bajarê Efrînê de dixebitî, revandin.

Çavkanî diyar kir ku artêşa dagirker ciwanê ku revandin birin girtîgehên di hundir Tirkiyê de.

Ciwanê bi navê Rifet Mûrad ji şêniyên gundê Kerkê ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê ye.

(bx)

ANHA