Li Dêrazorê 5 hezar mamoste dikevin ezmûnan

Komîteya Pewerdeyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê piştî ku mamosteyên gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê dewreyên havînê bi dawî kirin, ji 5 hezar û 100 mamosteyan re dest bi ezmûnan kir.

Li Dêrazorê 5 hezar mamoste dikevin ezmûnan
31 tîrmeh, 2018   13:15

DÊRAZOR

Piştî ku mamosteyên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê tev li dewreyên perwerdeyê bûn ku 2 mehan berdewam kirin, niha jî di çarçoveya amadekirina mamosteyan de li gorî branşan dest bi ezmûnan kir.

Îro ezmûnên dawîn ên demsala havînê ji 5 hezar û 100 mamosteyan re dest pê kir. Her mamosteyek dê li gorî branşa xwe ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ve were ferzkirin.

Hejmara peymangehên ku li gundewarên rojava yên herêma El-Cezrat heta gundewarên rojhilatê Giranîç 18 e. Di van paymangehan de waneyên zanyarî, erebî, bîrkarî, erdnîgarî û dîrok hatin dayîn.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Komîteya Perwerdeyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê Kemal El-Mûsa got ku piştî mamosteyan dewreyên havînê bi dawî kirin, wan dest bi ezmûnan kir û her mamoste dê li gorî branşa xwe bikeve ezmûnan.

(bx/ew)

ANHA