Taktîkên Rûsyayê ji bo bidawîkirina Cinêvê

Şandeyê navneteweyî yê taybet ji bo Sûriyeyê Steffan De Mistura girêdayî destûra nû ya Sûriyeyê dê di Îlûoa bê de danûstandinan bi Îran, Rûsya û Tirkiyeyê re dest pê bike.

Taktîkên Rûsyayê ji bo bidawîkirina Cinêvê
31 tîrmeh, 2018   11:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku şandeyê navneteweyî yê taybet ji bo Sûriyeyê Steffan De Mistura dê di Îlona bê de danûstandinê bi Îran, Rûsya û Tirkiyeyê re dest pê bike û lêhûrbûnên dawîn ên girêdayî Komîteya Hûnandina Destûra Nû ya Sûriyeyê diyar bike.

De Mistura ku beşdarî tûra 10'emîn a civînên Astanayê li bajarê Soçî yê Rûsyayê dibe, lîsteyên navên ji Komîteya Destûrî re hatine pêşniyarkirin, ji rêjîma Sûriyeyê û çeteyên girêdayî dewlet Tirk a dagirker wergirtin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku De Mistura dê şêwirên fermî bi van her sê dewletan re di destpêka Îlonê de li Cinêvê pêk bîne da ku lêhûrbûnên dawîn ên girêdayî Komîteya Destûrî diyar bike.

Rûsya ji destpêka hevkariya xwe bi Tirkiye û Îranê re hewl dide Soçiyê wek navenda tevgera dîplomasî û siyasî ya girêdayî aloziya Sûriyeyê nîşan bide.

Moskov hewl dide rêya xebatên siyasî ya aloziya Sûriyeyê veguhêze nava axa xwe û di vê çarçoveyê de civîna Soçiyê bi beşdarbûneke navneteweyî û nûnerên rêjîmê û qaşo opozîsyonê geş bike.

Axaftina girêdayî destûra nû ya Sûriyeyê di vê demê de ji ber nêrîna Rûsya û hevkarên wê ku serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîne, pêk tê û divê destûrek were amadekirin da ku berjewendiyên wê û hevkarên wê dûrî berjewendiyên gelê Sûriyeyê bêne parastin.

Li gorî çavdêran Rûsya li ber bidawîkirina xebatên Cinêvê ye û nîqaşên Komîteya Destûrî amadekariyeke ji bo li Soçiyê were erêkirin û Soçî wek alternatîfeke ji Cinêvê re ya di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de nîşan bide.