Ji bo jinên Kampa Tiwêhîniyê dewreyeke perwerdeyê hate vekirin

Mala Jinan li Kampa Tiwehîniyê ya li Tebqayê dewreyeke perwerdeyê ya dirûn û tetrîzê ji bo jinan vekir.

Ji bo jinên Kampa Tiwêhîniyê dewreyeke perwerdeyê hate vekirin
Ji bo jinên Kampa Tiwêhîniyê dewreyeke perwerdeyê hate vekirin
Ji bo jinên Kampa Tiwêhîniyê dewreyeke perwerdeyê hate vekirin
31 tîrmeh, 2018   11:32

TEBQA

20 jin tev li perwerdeya dirûnê bûne. Hinek ji wan xwe fêrî qutkirina caw, tetrîz û sererastkirina alavên dirûnê dikin.

Endama Mala Jinan Şerîhan El-Şewax tekez kir ku armanca wan ji vekirina perwerdeyên bi vî rengî bilindkirina asta jinan û derbaskirina rewşên zehmet li kampê ye û wiha pê de çû: ʺPiştî bidawîkirina van perwerdeyan û li gorî derfetên heyî dê werşe ji bo karê jinan bên avakirin. Bi rêya projeyên bi vî rengî wê jin rola xwe di aliyê aborî de bilîzin.ʺ

(ekîb)

ANHA