Mihemed El-Hosî înîsyatîfeke bidawîkirina çalakiyên leşerkî yên deryayî pêşkêş kir

Serokê Komîteya Şoreşgerî ya Bilind li Yemenê Mihemed Elî El-Hosî rawestandina çalakiyên leşkerî yên deryayî heta demekê ragihand ku dibe were dirêjkirin. Ev agirbest dê hemû eniyan bigire nava xwe eger erênî hate bersivandin û hêzên Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê jî heman gavê bavêje.

Mihemed El-Hosî înîsyatîfeke bidawîkirina çalakiyên leşerkî yên deryayî pêşkêş kir
31 tîrmeh, 2018   10:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîteya Şoreşgerî ya Bilind li Yemenê Mihemed Elî El-Hosî li ser rûpela xwe ya Tiwîterê rawestandina çalakiyên leşkerî yên deryayî ragihand.

El-Hosî di rûpela xwe de wiha got: "Bi boneya mehên pîroz û daxwaza Xweda û tevgerên ji bo peydakirina aştiyê çi bi riya kesayetên Ereb û çi jî bi riya şandeyê navnetewî, em înîsyatîfa xwe ya rawestandina çalakiyên leşkerî yên deryayî heta demekê ji aliyên fermî yên Yemenê re radigihînin ku dibe ev dem were dirêjkirin û hemû eniyên din bigire nava xwe eger erênî hate bersivandin û Koalîsyona Erebî heman gavê bavêje."

El-Hosî ji bo bersiva erênî ya Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê hêviyên xwe anîn ziman û wiha got: "Eger bi rastî aştiyê ji gelê Yemenê re dixwazin".

Hêzên Ensarullah El-Hosî di 21'ê Îlûna 2014'an de serweriya xwe li ser paytextê Senha ferz kir û piştre hevpeymaneke aştiyê û hevkariya niştimanî hate îmzekirin û di encamê de hikûmeteke nû bi serokatiya Xalid Behah hate avakirin.

Di 19'ê çileya 2015'an de Hosiyan êrîşî mala serok Ebidrebo Mensûr Hadî kirin û koçka komarê dorpêç ku serokwezîr têde bû û li ser Hadî û serokwezîr û piraniya wezîrên hikûmetê niştecîbûna sînordar ferz kirin.

Piştre Hosiyan bi daxuyaniyeke destûrî di 6'ê sibata heman salê de parleman helandin û komîteya şoreşgerî bi serokatiya Mihemed Elî El-Hosî çespandin.