‘Rêgirtina li ber pirsgirêkên malbatî‘ mijara semînerê bû

Li Kobanê, derbarê rêgirtina li ber pirsgirêkên malbatî semîner hate dayîn.

‘Rêgirtina li ber pirsgirêkên malbatî‘ mijara semînerê bû
29 tîrmeh, 2018   16:57

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê, li Pirtûkxaneya Rodî û Perwerîn, têkildarî nakokiyên malbatî û têgihiştina pirsgirêkê beriya ku derkeve, rêbazên çareserkirinê û merheleya ciwantiyê semînrek bi navnîşana "Nasnameya Dirûnî" ji aliyê perwerdekarê beşê pêşxistina mirovan û şêwira malbatî Bengîn Abdullah ve hate dayîn.

Semîner bi tevlêbûna bi dehan mamoste û welatiyên Kobanê hate dayîn.

Bengîn Abdullah dest bi dayîna semînerê kir û rewşa dirûmî ya ciwan tê re derbas dibin, nêzîkatiyên wî ji derdorê û yên derdorê li hemberî wî şîrove kir û destnîşan kir ku gelek caran ji ber nêzîkatiyên şaş ên herdu aliyan d pirsgirêk derdikevin.

Bengîn Abdullah da zanîn ku nakokî bandoreke neyinî li ser ciwanan dike, divê malbat rê nedin ku nêzîkatiyên li hemberî ciwanan bighêjin asta şer. Di merheleya ciwantiyê (Murahiq) de vê bi baldarî nêzî ciwana bibe û bêne kontrolkirin.

Bengîn her wiha got,"pêwîste em tenê li xwe nefikirin û bi çavê civakê li xwe binêrin ji bo ku em mirov ne pozîtîv bin".

Semîner bi nîqaş, pirs û bersiv bi dawî bû.

(şm)

ANHA