Ji Meclisa Jin a Tebqayê rêzeçalakiyên fikrî

Li ser bingehê pêşxistina asta zanabûnê li gel jinan, Meclisa Jin a Tebqayê li gundewarên rojava û rojhilatê herêmê rêzesemîner da destpêkirin.

Ji Meclisa Jin a Tebqayê rêzeçalakiyên fikrî
29 tîrmeh, 2018   16:35

TEBQA

Semînera yekemîn li Mala Jinê ya Mensûra bi beşdarbûna bi dehan jinên di nava sazî û meclisan de hate dayîn.

Semîner ji aliyê Berdevka Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Cuheyna Misto û Rêvebera Mala Jinê ya Mensûra Nesra Ebakê ve hate dayîn. Mijara semînerê li ser "Hevjiyana Azad di Netewa Demokratîk de û Zayendperestî" bû.

Piştî rêzgiritnê, Cuheyana Misto dest bi dayîna semînerkê kir û nêrîna şaş a li ser "Hevjiyana Azad" girtin û got, "Di encamên civaka baviksalarî, jin hatibû paşguh kirin û kolekirin, her wiha li dijî jinan qirkirina çandî pêk anîn."

Cuheyna anî ziman ku "Civaka ku jin tê de azad nebe, ew civak ne azad e."

Rêvebera Mala Jinê ya Mensûra Nesra Ebakê, li ser mijara zayindperestî, serweriya hişmendiya zilamê serdest, jin dê çawa li hember vê zihniyetê bisekine axivî.

Nesra Ebakê wiha got, "Malbat tova civak, dewlet û zilam e. Zilam çi bav be, çi bira an xwe xwekî serwerê malbatê dibîne, biryara yek û ya dawî ya wî ye ku li ser jinan feriz dikin. Bi her awayan mudaxel di jiyana jinan de dikin."

Di dawiya semînerê de beşdaran behsa pirsgirtêkên ku li wan rast tê gotin.

Tê payîn ku, dê mîna van semînerê di nava hefteyekê de li gundewarên Tebqayê bidin.

ANHA