Ciwanên Şêxmeqsûd helwesta PDK û êrîşên dagirkeriya Tirk li ser başûr şermezar kirin

Ciwanên Şêxmeqsûdê helwesta Partiya Demokratîk a Kurdistanê û êrîşên dagirkeriya tirk li başûrê Kurdistanê şermezar kirin û tekez kir ku eger bê xwestin ew amade ne biçin Qendîlê.

Ciwanên Şêxmeqsûd helwesta PDK û êrîşên dagirkeriya Tirk li ser başûr şermezar kirin
29 tîrmeh, 2018   07:15

MIHEMED EBDO / HELEB

Di dema ku dagirkera tirk êrîşan li ser başûrê Kurdistanê û Qendîlê didomîne de, Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) deriyê Sêmalka yê di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de digire û destûr nade ku ciwan derbasî Qendîlê bibin.

Ji bo şermezarkirina siyaseta dagirkeriya tirk û PDK'ê, ciwanên Helebê tekez kir ku ew amade ne berê xwe bidin Qendîlê û parastina xaka Kurdistanê bikin.

Em amade ne parastina xaka başûrê Kurdistanê bikin

Diyar Mistefa siyaseta PDK'ê bi girtina deriyê Sêmalka, piştgirya kiryarên Erdogan, êrîşa li ser başûr şermezar kirin û wiha got: "Em kurd in û ew jî kurd e divê em yek bin, ji ber wê em wek ciwanên Helebê amade ne berê xwe bidin başûr û li hemberî binpêkirinên ku der heqê gelê kurd de tên kirin, bisekinin".

Mistefa wiha li gotinên xwe zêde kir: "Divê hemû rayedar ji biryara girtina sînor ya ne exlaqî paşde vekişin. Berxwedana li hemberî faşîstê dê bidome".

Ciwanê bi navê Ibrahîm Elo siyaseta PDK'ê şermezar kir û ev pirsî: "Çima tu derî li hember ciwanên Rojava digirî û piştgiria Erdogan dikî?" Û wiha pê de çû:" Ev kiryar nîşaneya xiyaneta kurd e, em vê qebûl nakin. Malbata Berzanî kurd in divê parastina xaka Kurdistanê bikin ne li dijî me bisekinin".

Ji aliyê xwe ve ciwanê bi navê Ciwan Hiso siyaseta Partiya Demokratîk a Kurdistanê şermezar kir û wiha got:" Dê bila Nêçîrvan Berzanî bizane ku ciwanên Kurdistanê ji bo şikandina sînor û ji bo parastina destkeftiyên xwe û mafên xwe yên rewa amad ne her tiştekî bikin û canê xwe jî feda bikin, eger em parastina xwe nekin kesek din nayin û parastina me nekin".

(şx/ew)

ANHA