Koma Tolihildan şonoya "Dêwê bi çavekî" li Qamişlo pêşkêş kir

Koma Tolhildan a navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê şanoya xwe ya "Dêwê bi Cavekî" li ser dika navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo pêşkêş kir. Navaroka şanoyê li ser sîstema gundan a ku ji aliyê muxtaran ve tê bi rêveberin e, li gelê wê jî zulma desthilatdarên niha li ser gelan e.

Koma Tolihildan şonoya "Dêwê bi çavekî" li Qamişlo pêşkêş kir
27 tîrmeh, 2018   20:41

QAMIŞLO

Şano li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate pêşkêşkirin. Bi dehan ciwan û hezkiriyên şanp û rewşenbîr amade bûn.

Navaroka şanoya "Dêwê bi Cavekî", rexne li ser sîstema gundaî ya ji aliyê muxtaran an jî axan ve dihatin birêve birin û zulma ku li ser gundaiyan dimeşandin dike. Li gundan muxtar xwedî biryar e, kesên ku bixwaze dikuje û kole dike, tu kes hesab jê naxwaze.

Koma Tolhildan dixwest bi vê şanoyê rola desthilatdaran û girêdana wan bi kursiyê ve û paşguhkirina daxwazên gel derxîne pêş.

Nivîskarê Şanoya "Dêwê bi Cavekî" Kawa Şêxê ye û derhînerê wê Mihemed Resûl e. 12 lîstikvan şanoyê pêşkêş dikin.

Di dawiya şanoyê de beşdaran çepik ji komê re dan.

ANHA