Konferansa tenduristiyê bi pêşniyar û nîqaşan didome

Bijîşkên ji Îtalyayê ku beşdarî Duyemîn Konferansa Siyaseta Perwerdeya Tenduristiyê ya Navdewletî bûne, pêşniyar kir ku derfet heye ku di navbera zanîngehên Rojava û Îtalyayê de danûstandina tecrubeyan çêbe û her du alî hev qebûl bikin. Bijîşkan her wiha pêşniyar kir ku dermankirina bi hekîmiya gelêrî jî were pêşxistin.

Konferansa tenduristiyê bi pêşniyar û nîqaşan didome
Konferansa tenduristiyê bi pêşniyar û nîqaşan didome
Konferansa tenduristiyê bi pêşniyar û nîqaşan didome
27 tîrmeh, 2018   12:50

QAMIŞLO

Duyemîn Konfransa Siyaseta Perwerdeya Tenduristiyê ya Navdewletî ku duh li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan dest pê kir, di roja xwe ya duyemîn de didome.

Di roja duyemîn a konfransê de û piştî belgeya pêşxistina siyaseta perwerdeya tenduristiyê hate xwendin, endama Akademiya Tenduristiyê Lemya El-Tebkî şertên endamiya akademiyê xwendin. Di şertan de hate gotin ku divê endam xwedî exlaqekî giştî ya baş be, divê 11 salan li dibistanê xwendibe û ne şert e ku bawernameya lîseyê wergirtibe, ji ber ku herêm di şert û mercên şer re derbas dibe û pêwîstiya wê bi xebatkarên tenduristiyê heye.

Paşê sînevîzyonek ku ji aliyê Buroya Ragihandinê ya Akademiya Tenduristiyê ve der barê sîstema kar û xebatên akademiyê de hatibû amadekirin, hate pêşandan.

Di berdewama konfransê de li beşdaran hate guhdarkirin û nêrîn û pêşniyarên der barê sîstema tenduristiyê ya li Rojava hatin nîqaşkirin.

Dr. Silêman Ehmed got ku divê ziman û çanda dayikê di demên perwerdeya tenduristiyê de esas werin girtin û bi hêza xwe xebatên perwerdeyê û lêkolîn werin pêşxistin.

Beşdaran her wiha bal kişand ser pêwîstiya hebûna komîteya têkiliyên dîplomasî ji Akademiya Tenduristiyê re, da ku têkiliyan bi navend, rêxistin û saziyên zanistî û tenduristiyê yên cîhanî re deyne.

Di nava nîqaşan de her wiha hate gotin ku divê hemû bi rihê kollektîf kar bikin û xebatên hev temam bikin.

Beşdarên ku nêrînên xwe di konferansê de anîn ziman, got ku gelo nexweşxane û mexberên li Ewropayê derman ji nexweşiyên civakî re dîtine lê na û bi bîr xist ku niha rojane komkujî ji ber bikaranîna çekên kîmyewî têne kirin, her wiha nexweşiyên cuda cuda belav dibin, lewma pêwîstî heye ku beşa tenduristiyê were pêşxistin.

Bijîşka bi navê Serwet a ji bakurê Kurdistanê ku niha li Almanyayê dimîne, bi rêya Skypê beşdarî konferansê bû, nêrînên xwe parve kirin û got ku ew serbilind in ku li Rojava di rewşa şer de ew qas pêşketin çêdibe û wiha dom kir: "Divê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derfetên kar ji xwendekarên di akademiyê de hatine perwerdekirin re peyda bike.

Di konferansê de her wiha hate gotin ku pêwîst e dermankirina gelêrî ya bi gihayan were pêşxistin û ev yek bi taybet ji bo gundan derbasdar e.

Bijîşkên ji Îtalyayê yên li bajarê Silêmaniyê bi rêya Skypê beşdarî konfransê bûn, da zanîn ku derfet heye ku di navbera zanîngehên Rojava û zanîngehên Îtalyayê de têkilî çêbin û da zanîn ku pêwîst e derfet hebe ku xwendekarên îtalî karibin li Rojava perwerde bibin da ku materyalên li Rojava yên perwerdeyê werin qebûlkirin.

Konferans di roja xwe ya duyemîn de didome. Tê payîn ku îro konferans bi biryarên girîng li ser asta tenduristiyê û perwerdeyê dewam bike.

ANHA