Îdiaya şewata li Yewnanistanê bi destê hinekan pêk hatiye!

Alîkarê wezîrê ji parastina welatiyan berpirsyar ê Yewnanistanê Nikos Tuskas diyar kir ku agirê li Athensê sûcek e ku bi destê hinan hatiye kirin.

Îdiaya şewata li Yewnanistanê bi destê hinekan pêk hatiye!
27 tîrmeh, 2018   09:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkarê wezîrê ji parastina welatiyan berpirsyar ê Yewnanistanê Nikos Tuskas têkildarî şewata ku li Yewnanistanê pêk hat û di encamê de dedora 82 kesan jiyana xwe ji dest da, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civîna çapemeniyê de ku duh Nikos Tuskas û berpirsên polîs û saziya agirkujiyê li dar xist, Tuskas got ku şewata li rojhilatê Athensê ji çiyayê Bendelli dest pê kiriye û wiha dom kir: "Ji wir jî derbasî bajar bûye û bûye sedema mirina 82 kesan. Ev gelek pirsan bi xwe re tîne. Ez ji we venaşêrim ku xalên cidî hene ku hişt ku em lêpirsînê bidin destpêkirin."

Tuskas der barê şewata li rojavayê Athensê jî got ku agirê li vir beriya girê çiyayê Bendelli bi çend saetan dest pê kiriye û wiha dom kir: "Hin şahid hene, lê ez nikarim niha zêdetirî wê tiştekî bînim ziman. Hikumetê hemû tiştên girêdayî mijarê dewrî dadgehê kirine.”

Şewata li Yewnanistanê roja Duşema borî pê ket û di encamê de zêdetirî 82 kesan jiyana xwe ji dest da. Di encamê de gundê bi navê Matî bi temamî şewitî û piraniya qurbaniyan li vî gundî jiyana xwe ji dest da.