Duyemîn Konferansa Navneteweyî ya Polîtîkaya Perwerdeya Tenduristiyê didome

Xebatên Duyemîn Konferansa Navneteweyî ya Siyaseta Perwerdeya Tenduristiyê ku ji aliyê Akademiya Tenduristiyê ya Rojava ve tê lidarxistin, didomin.

Duyemîn Konferansa Navneteweyî ya Polîtîkaya Perwerdeya Tenduristiyê didome
Duyemîn Konferansa Navneteweyî ya Polîtîkaya Perwerdeya Tenduristiyê didome
27 tîrmeh, 2018   08:48

QAMIŞLO

Akademiya Tenduristiyê ya Rojava, Duyemîn Konferansê Siyaseta Perwerdeya Tenduristîyê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîkran a bajarokê Rimêlan a herêma Dêrikê bi dirûşma "Bi tenduristiya azad ber bi jiyana azad ve" di roja duyemîn de didome. Bi sedan nûnerên saziyên tenduristiyê yên Rojava-Bakurê Sûriyeyê tev li konferansê bûne.

Xebatên roja duyemîn a konferansê bi axaftina endamê komîteya amadekar a konferansê Eledîn Mistefa dest pê kir. Eledîn li ser ku çawa sîstemên desthilatdar di nava dîrokê de sîstema tenduristiyê xistin bin berjewendiyên xwe û mînak li ser sîstema tenduristiyê ji hindek dewletên cîhanê da, dest pê kir.

Paşê hevpeymana pêşxistina perwerdeya tenduristiyê ji aliyê endamên Akademiya Tenduristiyê ya Rojava Dîlber Ebdo û Lemiya Tebkî ve hate xwendin.

Hevpeyman ji du beşan pêk tê. Beşa yekê li ser sîstema perwerdeya tenduristiyê û rola akademiyan di pêşxistina aliyê tenduristiyê de ye û yê duyemîn jî li ser armancên perwerdeyê ye.

Hevpeyman li ser pêngavên pêşxistina tenduristiyê di nava dîrokê de diaxive. Her wiha girêdanên wê bi civaka xwezayî re û ku çawa sîstemên desthilatdar ji xwe re wek bazirganî bi kar tînin û çawaniya avakirina sîstemeke tenduristî dûrî sîstema desthilatdar.

Tê payîn ku nîqaş li ser sîstema tenduristiyê û mekanîzmaya pêşxistina wê li Rojava dê were kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikumeta PDK`ê ya başûrê Kurdistanê derfet neda bijîşkên îtalyayî ku tev li konferansê bibin.

(bx/ew)

ANHA