Mijarên sereke yên rojnameyên ereban

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên vê sibe de diyar kir ku li gorî daxuyaniya Rûsyayê Îsraîl cihê xwe di hemleyên leşkerî yên li başûrê Sûriyayê de ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê têne kirin, digire. Rûsya her wiha destnîşan kir ku ev daxuyaniyên Rûsyayê piştî xistina balafira rêjîma Sûriyeyê ku li ser sînor çêbû, pêk hatiye. Rojnameyan di heman demê de bal kişand ser rewşa Lubnan, Filistîn û gefa Amerîkayê ya cezakirina Tirkiyeyê.

Mijarên sereke yên rojnameyên ereban
27 tîrmeh, 2018   08:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di hejmarên xwe yên îro de bal kişand ser geşedanên li başûrê Sûriyeyê û got ku Îsraîl di êrîşa li dijî DAIŞ'ê de hevkariya Rûsyayê kiriye. Rojnameyan her wiha bal kişand ser rewşa Lubnanê û sedemên neavakirina hikumetê. Rewşa Filistîn û gefên Amerîkayê ji Tirkiyeyê re jî wekî mijarên sereke derketin pêş.

Sûriye

Îro jî rewşa li Sûriyeyê wekî mijareke sereke di rojnameyên ereban de derkete pêş. Di vê derbarê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat sernavê "Îsraîl jî bi Rûsyayê re cihê xwe di bombebarana baregehên DAIŞ'ê yên li Colanê de digire" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh ragihand ku Îsraîl di tunekirina bi dehan çekdarên DAIŞ'ê de bi ser ket û wiha dom kir: "Di heman demê de Îsraîl karîbû bi dehan baregehên fûzeyan ên girêdayî DAIŞ'ê bi fûzeyên xwe tune bike. Ev cara yekem e ku Rûsya detayan der barê çalakiyên leşkerî de ku hêzên Îsraîlê li ser xaka Sûriyeyê pêk tînin, dide. Ev daxuyanî piştî 2 rojan xistina balafira şer a Sûriyeyê ku ji aliyê Îsraîlê ve pêk hat, hat e dayîn."

Rojanemya El-Heyat jî der barê nakokiyên di navbera Rûsya û De Mistura de ku li ser xalên Astana-10 pêk hatin, sernavê "Di navbera Rûsya û De Mistura de nakokî hene, dibe ku nakokî bandorê li Astana-10’ê bikin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku duh di pêşniyarên ji civînên Astana-10 re hatine kirin de nakokî derketin û wiha dom kir: "Tê payîn ku Astana-10 di dawiya vê mehê de were lidarxistin. Hate gotin ku Rûsya wê di civînê de li ser vegera koçberan bisekine. Nûnerê NY’yê li Sûriyeyê De Mistura jî dê tev li avakirina komîteya destûrê bibe. Ev di dema ku rêjîma Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya herêmên xwe li xeta nêzî girên Colanê yên di destê Îsraîlê de fireh dike û wan deriyê sînor ê Quneytera jî bi destê opozîsyonê derxistiye."

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî der barê rewşa Sûriyeyê de sernavê "Komîteyeke sêalî ku ji Lubnan, Sûriyeyê û Rûsyayê pêk tê, ji bo vegera koçberan hate avakirin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku mijara vegera koçberan dê yek ji mijarên sereke yên civîna wan aliyan be û wiha dom kir: "Fermandarên siyasî û ewlekarî der barê vê dosyayê de seferber bûn da ku mijara vegera koçberan bi şandeyên siyasî, dîplomasî û leşkerî yên Rûsyayê ku duh gihaştin paytexta Lubnan Beyrûtê re nîqaş bikin."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî got ku di hevdîtinê de aliyan li hev kir ku komîteyeke sêalî taybet bi vegera koçberan ku ji Lubnan, Sûriye û Rûsyayê pêk tê, ava bikin.

Lubnan

Der barê rewşa Lubanê de jî rojnameya El-Ereb sernavê "Sedemên ji derve hişt ku hêzên Lubnanê di koşeya neçareseriya aloziya hikumetê li hev bigerin." Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Çavkaniyên siyasî ku der barê dosyayê de xwedî agahî ne, got ku hikumet der barê xebatên ku pêk hatin de xwedî agahî ye. Îdiayên ku dibêjin civîna serokê hikumetê ku hatiye erkdarkirin Sed Herîrî a bi serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewin re bandor kiriye li xebatên avakirina hikumetê kiriye û ev jî xwe dispêre daneyên nû yên herêmê."

Filistîn

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat der barê rewşa Filistînê de sernavê "Hemas seferber bûye û mafê xwe yê bersivdayîna topbarana Îsraîlê diparêze" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku tevgera Hemas di seferberiya xwe de maye û wiha dom kir: "Hemû çekdarên Hemasê li herêma Xeza seferber in. Hemas soz da ku bersiva Îsraîlê ya li ser kuştina sê çekdarên xwe bide. Her sê çekdarên Hemasê di êrîşa Îsraîlê ya li dijî komên 'Ketîbeya El-Qesam' ku roja çarşemê pêk hat, hatin kuştin. Ev pêşketin tevî ku hemû komên filistînî soz dane ku li gorî pêkanîna agirbestê tev bigerin, pêk hatiye."

Yemen

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Yemenê de sernavê "Qerqaş: Em ê rê nedin Hizib El-Aheke nû ku li Yemenê çêbe" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Wezîrê Derve yê Dewleta Îmarat Enwer Qerqaş got ku dewletên Kendavê wê rê nedin Îranê ku Hizb El-Ahek nû li Yemenê ava bibe. Ev daxuyaniyên Qerqaş di semînera ku li saziya lêkolînan a Policy Exchange ku li paytexta Brîtanya Londonê hate lidarxistin, hatin kirin. Qerqaş her wiha da zanîn ku divê ew li dijî tundiyê derkevin û destnîşan kir ku rewşa li Yemenê nîşan dide ku Hizb El-Ahek nû li Yemenê di rêya derketinê de ye."

Îran gefan li artêşa Amerîkayê dixwe

Rojnameya El-Heyat têkildarî gefên Îranê ji artêşa Amerîkayê re sernavê "Silêmanî: Derya Sor êdî ji artêşa Amerîka re ne cihekî ewle ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Fermandarê Feyleq El-Qudis, Jeneral Qasim Sileymanî henekên xwe bi gefên serokê Amerîkayê Trump kir ku ji serokê Îranê Hesen Rûhanî re kirin û anî ziman û ji Trump xwest gefan li wî bi xwe bike. Sileymanî xwe û hêzên xwe wekî aşiqên 'şehadetê' bi nav kirin û got ku çi şerê li herêmê pêk were, tê wateya rûxandina hêza Amerîkayê û got ku dê Derya Sor ji hêzên Amerîkayê re bibe cihekî neewle."

Gefên Amerîkayê ji Tirkiyeyê re

Rojnameya El-Ereb der barê mijarê de sernavê "Washington ji bo sînorkirina Erdogan deriyên cezayan vedike, ev jî dibe sedema nakokiyan." Rojnameyê di nivîsa xwe de da zanîn ku siyaseta derve ya nakok a serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan barên nû avêtin ser milê welatiyan û wiha dom kir: "Vê carê Amerîka da xuyakirin ku heger Andrew Brunson serbest neyê berdan, dê cezayên mezin li ser Enqereyê ferz bike. Ev nîşaneyek rast a xirabûna têkiliya di navbera her du welatan de ye. Serokê Amerîkayê di vê der barê de roja pêncşemê got ku welatî wî ji ber girtina Andrew Brunson dê cezayên mezin li ser Tirkiyeyê ferz bikin."