Desteya Niştimaî ya Erebî sersaxî ji gel Suweyda re xwes

Desteya Niştimanî ya Erebî derbarê êrîşên li dijî Suweydayên sersaxî ji gelê Sûriyê bi taybet gelê Suweydayê re xwest û got, "Em aliyên şer yên ku di serhişkiya xwe de berdewam in berpirsyarê vê yekê dibînin."

Desteya Niştimaî ya Erebî sersaxî ji gel Suweyda re xwes
25 tîrmeh, 2018   20:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Niştimanî ya Erebî li ser êrîşên ku li bajarê Suweydayê pêk hatin daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye

"Vê sibehê, bajarê Suweydayê û gundewarên wê rastî êrîşên xwekujiyê hatin. Di encamê de zêdetirî 200 sivîl bûn qurbanî.

Em weke Destya Niştîmanî ya Erebî vê kiryara terorîst û tirsonek bi tundî şermezr dikin û wekî xaleke reş li eniya mirovahiyê dibînin.

Sedemên kuştin, koçberkirin û terorîst encamên tunebûna rêveberiya rasteqîn û tunebûna çareseriya siyasî, her wiha serhişkbûna aliyên şer ên li herêmê şer dikin di kiryarê xwe de ne.

Em weke Desteya Niştîmanî ya Erebî ji ber êrîşên hov û bi kîn ku jiyana sivîlan hedef girtin sersaxî ji gelê Sûriyayê re bi giştî û bi taybet ji şêniyên Suweydayê re dixwazin. Hemû aliyên aloziyê berpirsên vê komkûjiyan in. Ji ber serhişkiya wan welat ber bi dojehê ve birin û ew kirin qada şerê navdewletî û herêmî. Ev êrîş ne tenê zincîrek ji zincîrên aloziya dem dirêj her çiqas cih û amûr hatibin guhertin jî, ye".

(şx)

ANHA