Delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi şêniyên Teneb û Keştear re civiya

Delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê li şêniyên gundên Teneb û Keştear guhdar kir û biryarên konferansê ji wan re şîrove kir.

Delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi şêniyên Teneb û Keştear re civiya
Delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi şêniyên Teneb û Keştear re civiya
Delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi şêniyên Teneb û Keştear re civiya
Delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi şêniyên Teneb û Keştear re civiya
25 tîrmeh, 2018   20:05

ŞEHBA

Delegeyên Konferansa Efrînê, rêzecivînên xwe yên bi gel re didome.

Îro jî civîn ji şêniyên gundên Teneb û Keştear re hatin lidarxistin.

Civîn li gundê Keştear bi amadebûna bi dehan şêniyên herdu gudan û hejmareke delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, Cîgirê Hevserokê Meclîsa Gundê Dêr Cemal Wehîd Hemîdo encamnameya Konferansa Rizgarkirina Efrînê xwend.

Paşê Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mustefa Hesen bûyerên dawî bi kurtahî nirxand û got, "Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Efrînê piştî erêkirina navdewletî pêk hat. Tirkiyê di êrîşan de têknîna herî pêşketî bi kar anî, ziyanên mezin gihand binsaziya herêmî, zêdeyî 500 sivîl şehîd bûn û bi hezaran jî xwe li Şehbayê girtin.

Hesen bal kişand ku li hemberê êrîşên dijwar, gelê Efrînê 58 bedena xwe li hemberî dagirkeriyê kirin mertal û bi îradeyeke xurt têkoşiyan, berxwedana Efrînê di qonaxa xwe ya duyemîn de didome.

Mustefa piştî şîrovekirina rewşa siyasî, biryarên konferansê şîrove kir. Paşê deriyê nîqaşê, pirs û bersivan hate vekirin.

Beşdaran li ser gelek mijaran, wekî çawaniya rizgarkirina Efrînê, rewşa Idlibê, gelo di navbera rêjîmê û rêveberiya xweser de lihevkirin hene pirsîn.

Hesen Mustefa jî tekez kir ku bi têkoşîn gel û girêdana wan bi axê ve wê Efrînê were rizgarkirin, heger rêjîma Sûriyê di diyalogan de ciddî be em amade ne danûstandinan bi wan re pêk bînin.

ANHA