Li peravên Spanyayê 484 penaber hatin rizgarkirin

Li peravên Spanyayê di operasyonan de 484 penaber hatin rizgarkirin.

Li peravên Spanyayê 484 penaber hatin rizgarkirin
25 tîrmeh, 2018   06:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya saziya parastina sivîl a Spanyayê, li Neqeba Cebelîtarik û Derya Alboranê penaberên li dehan bot û keştiyan hatin rizgarkirin.

Daxuyanî li ser twîtterê hate weşandin û hate ragihandin ku 484 kes ji mirinê hatine rizgarkirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ji 1'ê Çileyê heta 18'ê Tîrmehê, hejmara penaberên hewl dane xwe ji deryayê bigihînin Spanyayê 18 hezar û 653 ye. Piraniya penaberên xwe gihandin Spanyayê welatiyên ji Gîne, Malî, Morîtanya û Fasê ne.

Li gorî daneyên IOM'ê, ji destpêka salê û vir ve 1.489 penaber  li Derya Spî mirine ku herî kêm 294 ji wan li ser rêya Spanyayê mirine.

(kc)