Sedan kesî şervana YPJ‘ê Arîn Qamişlo oxir kirin

Bi tevlîbûna bi sedan kesî şervana YPJ‘ê Arîn Qamişlo li goristana Şehîd Xebat Dêrik hate oxirkirin.

Sedan kesî şervana YPJ‘ê Arîn Qamişlo oxir kirin
Sedan kesî şervana YPJ‘ê Arîn Qamişlo oxir kirin
Sedan kesî şervana YPJ‘ê Arîn Qamişlo oxir kirin
Sedan kesî şervana YPJ‘ê Arîn Qamişlo oxir kirin
Sedan kesî şervana YPJ‘ê Arîn Qamişlo oxir kirin
Sedan kesî şervana YPJ‘ê Arîn Qamişlo oxir kirin
23 tîrmeh, 2018   18:25

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê ji bo oxirkirina cenazeyê şervana YPJ‘ê Arîn Hacî (Arîn Qamişlo) ya ku duh li navçeya  Til Koçerê dema li ser karê xwe bû, şehîd bû, li pêşiya nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê kom bûn. Girseya gel ku alên YPJ/YPG‘ê, wêneyên şehîd Arîn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bûn, bi kerwanekî ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrikê ve ketin rê.

Girseya kerwanê oxirkirinê,  li goristanê ji aliyê dehan kesî ve hate pêşwazîkirin. Li vir Hêzên Erka Xweprastinê turaneke leşkerî lidar xistin.

Ji fermandarên YPJ‘ê Nûjîn Dêrik axivî û destnîşan kir ku şehîd Arîn Qamişlo bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bandor dibe, û tevlî karê şoreşê dibe û rihekî şoreşgerî û hevaltî di gelek eniyên şer de cih girt.

Dêrik anî ziman ku şehîd Arîn bê westandin erka xwe bi rêk û pêk di anî.

Li ser navê Meclisa Malbtên Şehîdan a Dêrikê jî Heqî Dêrik sersaxî ji malbata şehîd Arîn re xwest û wiha got, "Şehîd nirxên me yên manewî ne, em bi wan serbilind in. ji ber ku xwîna wan em gihaştin vê merheleya dîrokî."

Heqî Dêrik, soza şopandina riya şehîdan ta pêkanîna armancên wan da û wiha domand, "Rastî û cewherê Şoreşa Rojava- Bakurê Sûriyê ev e; her kes ji kijan pêkhate be, çi netew be cihê xwe di nava şoreşê de girtiye, lewra jî ji dewletên derve hatin û tevlî şoreşê bûn. Gelek şehîdên entrnasyonalîst jî li hemberî çeteyên DAIŞ û yên Tirkiyê tevlî kerwanê şehîdan bûn."

Nasnemeya şehîd ji aliyê endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin. Malbata şehîd jî soza dan ku ew ê xeta keça xwe dewam bikin.

Hevalên şehîd cenaze hilgirtin ser milên xwe di nava dirûşmeyan spartin xwe.

Nasnameya şehîd wiha ye;

Nasnav: Arîn Qamişlo

Nav û paşnav: Arîn Hacî

Navê dayikê: Qediriya

Navê Bav: Izedîn

Cihê jidayikbûnê: Abira – Girkê Legê

Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo 23/03/2018

Cih û dîroka şehadetê: Til Koçer 22/07/2018

ANHA