Gelê Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Kêrlos re xwest

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û endamên Meclisa Rêberiya Xweseriya Demokratîk berê xwe da Dêra Meryem El-Ezra û sersaxî ji malbata endamê Meclisa Leşkerî ya Sûryaniyan Ramî Ziya Davîd re xwest.

Gelê Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Kêrlos re xwest
Gelê Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Kêrlos re xwest
Gelê Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Kêrlos re xwest
Gelê Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Kêrlos re xwest
Gelê Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Kêrlos re xwest
Gelê Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Kêrlos re xwest
Gelê Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Kêrlos re xwest
23 tîrmeh, 2018   12:18

QAMIŞLO

Merasîmê  sersaxiya endamê Meclisa Leşkerî ya Sûryaniyan Kêrlos (Ramî Ziyad Davîd) ku roja Duşemê di encama qezayeke trafîkê de şehîd ketibû, li Dêra Meryem El-Ezra ya navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê-Bakurê Sûriyeyê hate lidarxistin.

Ji demên sibehê ve, şêniyên navçeya Tirbespiyê, hemû pêkhate û rêveberên Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berê xwe da bin konê sersaxiyê.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin, ji wan jî endamê Desteya Hevserokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Hikmet El-Hebîb, endamê Hevdîtina Oldaran a Herêma Cizîrê Hena Somî û endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmê Hisên El-Sade axivîn. 

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd Kêrlos re xwest û diyar kir ku divê pêkhateyên herêmê di vê pêngava hestiyar de piştgiriya hev bikin û guhê xwe nedin propogandayên derewîn ên ku dixwazin vîna gel bişikînin.

Axafvanan di dawiyê de tekez kir ku gelên herêmê bi yekitiya xwe jiyana azad piştî 19`ê Tîrmehê pişterast kir û da zanîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên ku terorê diqewitînin gelek kesan di bin siya wan de xwîna xwe rijandiye.

(ekîb)

ANHA