Çalakiyên roja duyemîn a Mîhrîcana Girê Spî dest pê kirin

Çalakiyên roja duyemîn a Duyemîn Mîhrecana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan bi tevlîbûnek zêde ya şêniyên herêmên Bakurê Sûriyeyê dest pê kirin.

Çalakiyên roja duyemîn a Mîhrîcana Girê Spî dest pê kirin
Çalakiyên roja duyemîn a Mîhrîcana Girê Spî dest pê kirin
Çalakiyên roja duyemîn a Mîhrîcana Girê Spî dest pê kirin
22 tîrmeh, 2018   15:12

GIRÊ SPÎ

Çalakiyên roja duyemîn a Duyemîn Mîhrecana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan dest pê kirin.

Mîhrecan bi boneya Salvegera 6'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê tê organîzekirin.

Çalakiyên îro, bi pêşkêşkirina xwarinên gelerî yên hemû pêkhateyên kantonê dest pê kir.

Di çarçoveya çalakiyên Mîhrîcanê de komên Navenda Çand û Hunerê ya kantonê, xelekên govendê gerandin.

Tê payîn ku wê  maçeke fotbulê di navbera Tîmên Wehda û Tîma Eyn were lîstin.

Mîhrecan bi pişbirkeke hespan dê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA